Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne! 2022-04-15 11:03:00 STENBOL - Parêzer Bêrîvan Bekçî ku bi girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê neçarî întîharê hatibûn kiribûn re hevdîtin kir, diyar kir ku gardiyanên îşkence li girtiyan kiribûn hêj jî li ser karê xwe ne û tundiya psîkolojî berdewam dikin.    Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşa karantînayê ku 55 girtiyên edlî tê de bûn, girt. Di serdegirtinê de îşkence li girtiyan hate kirin û 9 girtiyan hewl dan xwe bikujin. Ji van girtiyan Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê, şandeyeke ji Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê çû serdana girtîgehê. Parêzeran bi girtiyên neçarî întîharê hatine kirin re hevdîtin kirin. Yek ji wan parêzeran jî Bêrîvan Bekçî bû. Bekçî, têkildarî serdanê bi ajansa me re axivî.    5 GIRTÎ HATIN SEWQKIRIN    Bekçî diyar kir ku girtiyan, tiştên li girtîgehê qewimî bûn piştrast kirine û wiha got: “Rojek piştî bûyera întîhara komî, 5 kes veguhestin girtîgehên li herêmên Ege û Marmarayê. 3 kes jî hêjta li Girtîgeha Sîlîvriyê ne. Me bi 2 girtiyên neçarî întîharê hatibûn kirin re hevdîtin kir. Gotin; ‘li qawîşa karantînayê 55 girtî hebûn. Di 6’ê nîsanê de gardiyanan bi ser qawîşê de girt. Tiştek nebû lê dîsa jî girtiyek dan ber şimaqan. Girtiyan hewl dan pêşî li vê yekê bigirin. Di wê navberê de rageşî derket û ev rewş wê rojê qediya. Lê rojek piştre 60 gardiyan hatin û em birin qada hewadariyê. Qur’an jî di nav de hemû pirtûk çirandin û avêtin erdê. Li hewadariyê em li erdê dirêj kirin û li me xistin. Ji me re gotin, em li ser navê dewletê hatine û çi bixwazin dê li we bikin. Gotin; me di nava we de çi zilam nînin? Hûn duh xweşmêr bûn lê îro mîna keçikan in. Gotinên bi vî rengî kirin. Piştre em dîsa anîn qawîşê.’ 9 girtiyan xwe li ber vê îşkenceyê ranegirtin û hewl dan xwe bikujin. Ji van girtiyan 6’an jê heb xwaribûn, 2’yan bi cilêtan zendikên xwe birîbûn û yekî jî hewl da xwe bi benê bixeniqîne.”    ÎDÎAYA MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ    Bi domdarî Bekçî da zanîn ku di hevdîtinê de girtiyan gotiye ku di nava wê koma gardiyanan de midûrê girtîgehê jî hebû û wiha domand: “Lê me nekarî vê agahiyê piştrast bikin. Hinek girtiyan got ku midûrê girtîgehê di nav wan de nebû. Anku gotinên wan hev negirtin. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê hewl da bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bike lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Girtiyan da zanîn ku gardiyanan di dît ku girtî hewl didin xwe bikujin lê mudaxale nekirine. Li ser zendikên girtiyekî ku me pê re hevdîtin kiribû şopên birînên cilêtê yên kûr hebûn. Ser û çavên girtiyên hatibûn sewqkirin jî reş û şîn bûbûn. Lê tevî vê yekê jî nebirine nexweşxaneyê. Hinek girtiyan got ku tundiya fîzîkî êdî nayê kirin lê ya psîkolojîk didome. Lewma dibêjin; ‘dawiya me yan întîhar e yan jî mirin.’ Divê kesên berpirsyar di zûtirin dem de bikevin nava liv û tevgerê.”   SOLÊN BIBENDIK DIDIN GIRTIYAN    Di berdewamê de Bekçî ev agahî parve kirin: “Li Girtîgeha Sîlîvriye îşkenceyeke sîstematîk heye. Beriya vê bûyerê jî girtî neçarî întîharê hatine kirin. Her tim gefan li girtiyan dixwin, wan biçûk têxin. Hinek girtî hene ku li wargehên xwedîkirinê mezin bûne û malbatên wan tune ne. Gardiyan, vê çîroka wan dizanin. Tevî vê yekê jî ji bo întîharê teşwîq dikin. Gelemperî jî girtiyên ku derûniya wan xerab teşwîqî întîharê dikin. Îşkenceyeke bizanebûn û sîstematîk heye. Di esasê xwe de girtî li girtîgehê şimikan bi kar tînin lê solên bibendik danîne cihên wisa ku girtî xwe bi wan benan întîhar bikin. Gardiyanan gotine; ‘kereme bikin va ye ben. Jixwe cilêt bi we re hene. Întîhar bikin. Hûn bi xema me nînin.’ Gardiyanên ku navê wan di van bûyeran de derbas bûne hêj jî li ser karê xwe ne. Ev gardiyan, tundiya psîkolojîk li ser girtiyan dikin. Em nizanin bê ka derheqê wan de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na. Kesekî ku em li girtîgehê bi wan re muxatab bibin tune bû.”    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ    Bekçî, destnîşan kir ku nayê zanîn bê ka girtiyên din veguhestine kîjan girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Agahî nedayîne malbatên wan. Mafê wan ê jiyanê binpê kirine. Girtîgehê niha ber bi mala mirinê ve dibin. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê divê wezîrê edaletê di zûtirin dem de bikeve nava liv û tevgerê. Her wiha divê Baroya Stenbolê şandeyekê bişîne û lêkolînê bike. Girtiyên li wir dipirsin bê ka haya raya giştî ji van binpêkirinan heye yan na. Qet nebe divê bi wan bidin hîskirin ku bi tenê nînin. Weke OHD’ê em ê vê bûyerê bişopînin. Em ê hewl bidin bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin. Ji bo ku rêxistinên civaka sivîl û Baroya Stenbolê bikeve nava hewldanan jî em ê serlêdanên pêwîst bikin.”    MA / Dîren Yurtsever