‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’ 2022-04-15 11:08:29   ENQERE - Rêveberên HDP’ê û HDK’ê yên diyar kirin ku AKP bi êrişkirina ser HDP’ê hewl dide hêzê bi dest bixe, li dijî zext û binçavkirinên ku weke “kumpasê” bi nirxandin, banga têkoşîna yekgirtî kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de di 12’ê Nîsanê de di serî de Mêrsîn, Wan, Edene, Stenbol, Amed û Riha li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn û bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Hat diyarkirin ev operasyona binçavkirinê di bin navê “Lêpirsîna Kobanê” de hatiye destpêkirin û heta niha endamên HDP’ê û hevşaredarên HDP’ê yên berê jî di nav de 48 kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin anîn Enqereyê û li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Biryara veşartî ya li ser dosyayê didome û qedexeya hevdîtina parêzeran hate rakirin.    Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî operasyon û zextên dawî yên li ser partiya wan axivîn.    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR KIRIN   Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû diyar kir ku partiya wan ji gelan re bûye hêvî, vê rewşê jî desthilata AKP’ê û MHP’ê tirsandiye û wiha got: “Ew dê biçin. Ew jî di ferqê de ne û ji bo vê qanûnan diguherînin. Di qanûna hilbijartinê de guhertin jî çêkirin lê hemû îbare nîşan didin ku ew ê biçin. Ji ber ku ev dîtin jî zextên xwe didomînin. Sînemîllîoglû diyar kir ku Doza Kobanê “di destê wan de teqiya ye” û destnîşan kir ku HDP nayê darizandin di darizîne.    Sînemîllîoglû, bi lêv kir ku bi binçavkirinên dawî hewl didin partiya wan krîmînalîze bikin û wiha berdewam kir: “Lê di Doza Kobanê de pêvajoya ku bi hezaran klasoran dest pê kir tiştek bi dest nexistin û dê ji vir û şunda jî bi dest nexin.” Sînemîllîoglû, destnîşan kir ku partiya wan partiyeke ku 6 milyon dengan distîne ye û ev bang kir: “Tevî her tiştî jî em li ber xwe didin, em li ber xwe bidin jî. Wê ev jî vala derkeve. Ez her kesê vedixwînim ku li rex hev bisekinin û bi awayekî hevpar têbikoşin. Ji bilî vê şansekî me tune ye.”   ÇARESERÎ DI TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ DE YE   Rêveberê HDP’a Enqereyê Gultekîn Koçdemîr destnîşan kir ku ji bo hewldanên krîmînalîzekirina partiya wan bi Doza Kobanê têk çûn, ketine nava lêgerînên cuda û wiha got: “Armanca dewletê ya bi van operasyonan ew e ku ji nava çiravê xwe derkeve. Ji bo vê jî dozên kumpasê yên nû vedikin. Hevalên me yên tên darizandin ew ên ku di bingeheke rewa de siyasetê dikinin. Bi nêzîkbûna hilbijartinê desthilata ji aliyê aborî û siyasetê ve têk çû, zextên xwe yên li ser HDP’ê zêde dike. Ji bo ku dengê me bibirin wisa dikin. Partiya me bi hemû baskan ve li ser piyan e. Tu rewabûna van binçavkirinan ji bo me nîne. Têkoşîna yekgirtî wê rêya me veke.”   ‘WINDAKIRINÊ DERENG DIXIN’   Hevberdevkê HDK’ê yê Enqereyê Fîkret Çaglayan jî operasyonên binçavkirinê weke “kumpas” bi nav kir û wiha got: “AKP îro winda dike. Partiya ku hilbijartinê bi wê bide windakirin jî HDP ye. HDP her ku diçe bihêztir dibe. Ev operasyon ne hiqûqî ne. Divê dînamîkên civakî bi hev re tevbigerin. Li dijî hişmendiya yekperest, zordar û mêrsalar têkoşîna hevpar were bilindkirin. Di 8’ê Adarê de berxwedana jinan derket pêş. Di Newrozê de bi milyonan kes derketin qadan. Niha jî divê em di 1’ê Gulanê de derkevin qadan û têkoşîna xwe mezin bikin.”