3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin 2022-04-15 11:20:11   WAN - Ahmet Benek, Abdûllah Babat û Alî Benek ên piştî 30 salan li girtîgehên ku lê dihatin ragirtin hatin berdan îro li bajarê xwe Wanê ji aliyê bi sedan kesan ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.    3 girtiyên ku li Wanê di sala 1992’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û 30 sal bûn di girtîgehê de dihatin ragirtin, hatin berdan. Ahmet Benek û Abdûllah Babat ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, Alî Benek jî ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bandirmayê hatin berdan. Her sê girtiyên di saetên serê sibê de bi balafirê hatin Wanê, ji aliyê gelek kesan ve bi kulîlkan hatin pêşwazî kirin.