‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’ 2022-04-15 12:08:31   ŞIRNEX - Parlamenterên HDP’ê ku diyar kirin ku gelê Botanê bi berxwedanê bersiv da ye serdegirtina HDP’a Cizîrê û wiha gotin: “Hewayê tirsê li ser Cizîrê rabûye. Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê berbelav bikin.”    Di 11’ê nîsanê de polîsên tîmên taybet bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Di heman saetan de li taxên Cûdî, Nûr, Dagkapi û li gundê Dîrsekliyê jî bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. Di nava operasyonên 6 mehên dawî yên li Şirnex û navçeyên wê de heta niha 218 kes hatine binçavkirin. Ji binçavkiriyan 150 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan û 68 kes jî hatin girtin. Gelemperiya kesên hatine girtin jî di danişînên navberê de hatin berdan.  Di nava 4 mehên dawî de ev bû 4 car ku hêzên ewlekariyê bi ser avahiya HDP’a Cizîrê de digirin. Di serdegirtina 11’ê nîsanê de jî derî û pacên avahiya partiyê hatin şikandin. Li dijî vê serdegirtinê, HDP’iyan li pêşiya avahiya partiyê dest bi çalakiya nobetê kirin. Tevî hemû zext û êrişan jî gelê navçeyê xwedî li çalakiyê derdikeve û çalakî didome.    Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, ya Stenbolê Dilşat Canbaz û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Velî Saçilik jî bertek nîşanî serdegirtinê dan û gotin ku dozger jî nikarin tiştên têne kirin biparêzin.    SENARYOYÊN AKP’Ê    Parlamenter Kemal Bulbul, serdegirtina avahiya HDP’a Cizîrê weke bêhiqûqî û sûc pênase kir û wiha got: “Ji bo demên pêş AKP hinek planan dike û êrişa li dijî partiya me jî yek ji van senaryoyan e. Di nava van 20 salan de AKP’ê di hêla aborî, siyasî, exlaqî, civakî û polîtîk de ev welêt têk bir. Dixwaze bo xwe dijminan biafirîne û xwe konsolîde bike. Têkildarî binçavkirinên li Şirnexê me bi dozger re hevdîtin kir. Wî jî nekarî vê bêhiqûqiyê biparêze. Girîng e ku xelkê Cizîrê li dijî van neheqiyan li ber xwe dide. Xwedîderketina wan a li hemberî van zebaniyên di nava şevê de bi ser partiyê de girin, sekneke çandî û siyasî bû. Em ê vê berxwedana gelê Cizîrê li Tirkiyeyê belav bikin.”   ‘NAVNÎŞANA AŞTIYÊ ÎMRALI YE’   Bulbul, destnîşan kir ku HDP yek ji saziyên demokratîk û rewa yên gelê kurd e û wiha domand: “Dixwaze ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk çareser bibe. Lê AKP-MHP û dewlet di şer de israr dike. Lewma tecrîda li Îmraliyê jî didome. Amadekariyên ji bo operasyona derveyî sînor jî vê israrê nîşan dide. Her wiha zilmê li xelkê dikin. Divê desthilatdarî bizane ku heke demokrasî, wekhevî, edalet û aştiya civakî bixwaze, navnîşana wê ne Ûkrayna lê Cizîr e. Li Ûkraynayê aştiyê dixwazin lê li Cizîrê, li Kurdistanê şer dikin. Navnîşana aştiyê, Îmrali ye û hevdîtinên bi HDP’ê re ne. Ne tenê ji bo Ûkraynayê lê ji bo Rojava, Şengal, Hewlêr, Amed û Cizîrê jî aştî pêwîst e. Em ji bo vê amade ne.”    ‘NÎJADPERESTÎ DÎSA HAR BÛ’    Parlamenter Dilşat Canbaz jî kiryarên polîsan ên di dema serdegirtinê de bi bîr xist û wiha got: “Di êrişên berê yên li Cizîrê de polîsan digot; ‘hûn ê hêza tirkan bibînin.’ Em dibînin ku ev polîtîka dîsa di meriyetê de ye. Ev ne êrişeke jirêzê ye. Divê neyê jibîrkirin ku hêrs û nîjadperestî li vir dîsa har bûye. Erdogan digot; ‘taqeta wan nema ye.’ Lê di Newrozên Şirnex, Cizîr, Hezex, Silopiya, Kurdistan û Tirkiyeyê de bersiveke baş hat dayîn. Di esasê xwe de yek ji sedema vê doza kompasê jî ew bû ku tola Newrozê hilînin. Gelê me xwedî li partiya xwe derket. Em li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê bihêzin. Me li Cizîrê bi gelê xwe re bersiv da faşîzmê. Divê êrişa li dijî Cizîrê weke êrişa li dijî Stenbolê bê dîtin. Divê em baş bi gelên Tirkiyeyê bidin fêmkirin ku guherîn tenê bi têkoşîneke hevpar pêkan e.”    PEYAMA ‘MUXATAB ÎMRALI YE’    Ji parlamenteran Mûrat Çepnî jî destnîşan kir ku gelê kurd li dijî amûrên zordariyê yên dewletê li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Çi biçûk çi jî mezin, hema hema li her deverê berxwedana gel heye. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê rewşa li Cizîrê fêm bike. Li dijî gelê kurd êrişên dijwar hene. Tu êş û elem neman ku gelê kurd nejiya. Rastî siyaseta qirkirinê tên. Lê tevî vê yekê jî li ber xwe didin. Xeteka berxwedanê heye. Bi milyonan kesan peyama; em bêdeng namînin û li ser pêya ne dan. Li dijî faşîzmê derketin û xwedî li HDP’ê derketin. Ya din jî di mijara birêz Abdullah Ocalan de peyameke siyasî ya vekirî dan û got; ‘heke pirsgirêka kurd were çareserkirin, muxatab Ocalan e.’ Ev êrişa li dijî partiya me, êrişeke hovane ya talanê ye. Peywireke me ya esasî heye ku em vê berxwedana gelê Botanê li her devera Tirkiyeyê berbelav bikin. Heke gelek di bin zilmê de be, gelên din jî nikarin azad bijîn. Gelê Cizîrê nîşan da ku gelekî birêxistinkirî û berxwedêr di çi şert û mercan de têk naçe.”    ‘SEFER ÇÊBÛ LÊ SERKEFTIN ÇÊNEBÛ’    Endamê MYK’a HDP’ê Velî Saçilik jî têkildarî mijarê nêrînên xwe wiha parve kir: “Berxwedana gelê Cizîrê bandoreke mezin li min kir. Li dijî HDP’ê sefer çêbûye lê serkeftin çênebûye. Weke tirkekî ji Çorumê dibêjim ku ev kes dijminatiya Tirkiyeyê, elewiyan an jî nasnnameyeke din nakin. Dijminên zîhniyeta zordar û faşîst in. Taybetiyeke gelê vê derê heye ku kurd in. Ya ku min li vir dîtî ew e ku dewlet ne aîdî vê derê ye. Yên ku aîdî vê derê gelê kurd e. Bi zimanê xwe dijîn û divê êdî dewlet hînî vê bibe. Nikare bi rûxandin, lêdan û girtinê tiştekî biguherîne. Li her derê şopên guleyan hene. Li vir şer qewimî lê xelkê vî bajarî hebûna xwe teslîm nekiriye. Dê Cizîr, weke dilê têkoşînê bimîne. Divê gelên Tirkiyeyê êdî guhên xwe ji daxwaza wekhevî û azadiyê ya gelê kurd negire. Min ferq kir ku li Cizîrê êdî hewayê tirsê belav bûye. Jiyan û berxwedana li vir didome û hêjta hêvî heye. Divê em vê hêviyê bidin Enqere û Stenbolê jî.”    MA / Omer Akin - Zeynep Durgut