Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin 2022-04-15 13:27:35   AMED – Rojnameger jî di nav de li Amedê di encama serdegirtinên malan de herî kêm 66 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin, polîsan di saetên serê sibehê de li Amedê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girt. Rojnameger jî de nav de bi giştî di encama serdegirtinan de 66 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di çarçoveya Newrozê de derheqê 105 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.    Hat zanîn ku kesên navborî bi sedema “propagandaya rêxistinê” û “pêşî li kirina karê cemaweriyê girtine” hatine binçavkirin.    Di nava kesên hatine binçavkirin de Xwediyê Îmtîyazê yê rojnameya Xwebûnê rojnameger Kadrî Esen û rojnameger Alî Koçer jî hene. Kesên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin.    Navên 57 kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Abdulvasîh Çelîk, Arzu Oruç, Bahar Avci, Bunyamîn Yilmaz, Cîhat Turkekul, Davut Kurt, Delal Aslan, Denîz Aksîn, Dîlara Donmuş, Dogan Tarhan, Ethem Tokak, Faruk Azarkan , Ferhat Dîrî, Haliya Çelîkkiliç, Hamza Aktaş, Hasan Çelîk, Huseyîn Çapli, Îbrahîm Polat, Înanç Mutlu, Kadrî Esen, Kemal Guzel, Kerem Uçak, Kudret Varli, Leyla Çakil, Leyla Ersoz, Leyla Varli, Mehmet Alî Yuce, Mehmet Çadirci, Mehmet Ekîncî, Mehmet Kiliç, Mehmet Şaban Karakaş, Mehmet Şah Pinar, Mehmet Yilmaz, Mîr Alî Koçer, Mehmet Furkan Çankara, Mûrat Çetîn, Mûrat Kiliç, Mûstafa Adanir, Naşîde Polat, Nûjiyan Baysal, Orhan Ekîn, Ramazan Îz, Ramazan Ozgezîcî, Rozalîn Acar, Serdal Karataş, Serhad Şan, Sevîm Kahramaner, Suleyman Can, Şahîn Guzel, Şivan Ayazgul, Yakup Serhat, Yildiz Okta, Ulaş Yarar, Yilmaz Yavuz û Yunus Yunca.”