Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin 2022-04-15 13:28:00   ÊLIH - Berdana polîsê ku tundî li parêzer Orhan Alphan ê li Edliyeya Batmanê li dijî îşkenceya li girtiyekî hatiye kirin derket, kiri bû, ji aliyê hempîşeyên wî ve hate şermezar kirin.    Polîsekî tundî li parêzer Orhan Alphan ê li dijî îşkenceya li girtiyekî hatiye kirin derket, kir. Piştî bûyera tundiyê Alphan çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê û rapora lêdanê girt. Piştî Alphan polîsê li wî da gilî kir, polîs hate binçavkirin. Polîsê ku hate binçavkirin, piştî îfadeya wî li dozgeriyê hate wergirtin bi daxwaza şertê kontrola edlî were berdan sewqî Dadgeha Cezayê Sûlh a Êlihê kir. Dadgehê, polîsê tundî li parêzer Alphan kir berda.    PARÊZERAN ŞERMEZAR KIR   Gelek parêzerên ku heta saetên derengî şevê li pêş Edliyeya Êlihê man, berdana polîsî şermezar kirin. Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî di nav de gelek parêzer û rêveberên baroyê biryara berdana polîs bi meşeke ji avahiya edliyeyê heta Parka Ataturk şermezar kirin. Piştî meşê çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştinê hate kirin. Baroya Êlihê wê li dijî berdana polîs saet di 14.00’an de li pêş avahiya edliyeyê daxuyaniyê bidin.