Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome 2022-04-15 16:36:43   STENBOL - Ji bo rewşa girtî ya Osman Kavala ku di çarçoveya doza Gezî Parkiyê de tê darizandin, di dosyaya wî de lêkolîn hate kirin. Dadgehê, biryar da ku rewşa girtî ya Kavala berdewam bike.    13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derheqê dosyaya karmend Osman Kavala de ku tekane bersûce di doza Parka Geziyê de girtî tê darizandin ew e, biryara lêkolînkirina rewşa girtî dabû.    Dadgehê da zanîn ku di rewşa hiqûqî ya Kavala de guhertinek tune ye û bi piraniya dengan biryar da ku rewşa girtî ya Kavala berdewam bike. Dadgerekî jî xwest ku Kavala bi şertê kontrala edlî were berdan û şerh danî ser biryara dadgehê.