OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist 2022-04-15 16:54:27   STENBOL - OHD’ê têkildarî 34’emîn salvegera komkujiya Enfalê panela bi navê “Kurd û qirkirin, Helebçe” li dar xist.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî 34’emîn salvegera komkujiya Enfalê ku li Herêma Kurdistanê 182 hezar kurd bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin, bi awayekî online panela bi navê “Kurd û qirkirin, Helepçe” li dar xist.    Panela ku moderatoriya ya Sekretera Giştî ya OHD’ê kir, Şaredarê Helepçeyê Kuwîstan Şêx Ekrem, Dr. Osman Îsmaîl, Serokê Daîreya Lêpirsîna Enfal û Qirqirinê Teha Silêman Îsa weke axivîner tevlî bûn. Di heman demê de gelek hiqûqnas, siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan jî temaşe kirin.    Di panelê de tiştên beriya Komkujiya Helepçeyê û piştî wê qewimîn û ji niha û şundê wê çi bê kirin hate niqaşkirin