Barzanî û Erdogan li hev civiyan 2022-04-15 23:03:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û Serokkomarê AKP'î Erdogan li Stenbolê li hev kom bûn.    Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan hevdîtin pêk anîn. Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistana Federe Sefîn Dîzayî û Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan jî di hevdîtinê de cih girtin. Hevdîtin li Stenbolê li Qesra Dolmabahçeyê pêk hat.    Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de berfirehkirina tevkariya Herêma Kurdistana Federe û Tirkiyeyê hatiye destnîşankirin û li ser geşedanên dawî yên li Iraqê hatiye sekinandin.