ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-16 09:00:26 * Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî binçavkirina 48 kesên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatine binçavkirin da û got: “Dozgerê lêpirsînê di dosyayê de ‘sextekarî’ kir û operasyoneke nû ya binçavkirinê da destpêkirin.”   * Girtiyê nexweş Fevzî Fîdan ku nexweşîna epîlepsiyê pê re ye û çavên wî baş nabînin, piştî ku cezayê lê hatibû birîn hatiye pesendkirin ew xistine hucreyê.    * Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Abdûllah Koç, diyar kir ku îdareya Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê nexwestina hevdîtinê, bi rêya eskeran ragihandiye wan û got: "Ev yek nîşan dide ku hiqûq û girtîgeh bi Wezareta Karên Navxweyî re hatine girêdan."    * Li navçeya Heranê bajarên qedîm Soxmatar û Şûayîp çendî bêxwedî hatibin hiştin jî, lê bi mîmariya xwe balê dikişînin.    * Berdevka Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK'ê Koçak, diyar kir ku pêvajoya heyî di warê têkoşînê de pêvajoyeke girîng e û got, dê jin bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê bên 1'ê Gulanê.    * Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li CPT'yê da, xwest CPT demildest peywira xwe bi cî bîne. Her wiha Buroyê di warê binpêkirina mafên Ocalan de jî CPT'yê hişyar kir.    * Jinên li Baxçeyên Hewselê dixebitin, rojane 90 lîre qezenc dikin. Jinan diyar kir ku pereyê keda xwe hindik distînin û xwestin keda wan bê dîtin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 404'emîn de berdewam bike.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê di civîna Meclisa Jinan de biaxive. (10.00)     * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 890'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin ku kujer bên cezakirin. (12.00)   * Xizmên Girtiyan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê dê li aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin ku kujer werin darizandin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexwweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya xwe ya heftane li ber ÎHD'a Enqereyê li dar bixe. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 525'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)    * Platforma Em ê Pêşî Li Cînayetên Jinan Bigirin dê têkildarî doza girtinê lê hatiye vekirin li Enqere, Mêrsîn û Stenbolê daxuyanî bide. (16.00)