Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan 2022-04-16 09:05:43   WAN- Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Abdûllah Koç, diyar kir ku îdareya Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê nexwestina hevdîtinê, bi rêya eskeran ragihandiye wan û got: "Ev yek nîşan dide ku hiqûq û girtîgeh bi Wezareta Karên Navxweyî re hatine girêdan."    Heyeta ji nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (PHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêkhatî, xwest hevdîtinê bi rêvebiriyên Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê, Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê û Girtîgeha Wanê re bike. Heyetê hevdîtin bi îdareya Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê re kir, lê daxwaza wê ya ji bo hevdîtina bi îdareyên girtîgehên din re hat redkirin. Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê û Endamê Komîsyona Edaletê Abdûllah Koç ku di nava heyetê de ye, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand.    ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ POLÎTÎK E'   Koç, diyar kir ku berê bi hinceta "keştî xerabe ye", niha jî bi hinceta "lêpirsînên dîsîplînê" hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re tê astengkirin û got: "Tecrîda sîstematîk, binpêkirina mafên mirovan e û li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Tecrîda li Îmraliyê, tecrîdeke tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye, tecrîdeke polîtîk e û li tu devera cîhanê tecrîdeke wiha tune ye."    'LI GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ MIROV BI TENÊ TÊN HIŞTIN'   Koç, bibîr xist ku hema bibêje li girtîgehan her roj binpêkirinên mafan rû didin û got: "Em li girtîgehan bi binpêkirinên mafan, bi îşkenceyan, bi pêkanînên kêfî re rû bi rû ne. Her roj malbat û girtî serî li me didin. Em pêkanînên desthilata otorîter li girtîgehan dibînin. Li girtîgehan, li Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê mirov bi tenê tên hiştin û tecrîdkirin. Ji ber vê girtî xwe dikujin. Li girtîgehan guh li mafên qanûnî nayên kirin. Girtiyê li Girtîgeha Îdirê xwe kuşt, çend roj mabûn bê berdan. Lê girtî ji mefhûma demê hatibû dûrxistin û di hucreyê de bû. Ev kes ji ber şert û mercên giran ên Tîpa S'yê û binpêkirinên mafan ên rêvebiriya girtîgehê xwe dikujin."    Koç, ragihand ku li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê ji ber ku girtî jimariya şipyakî red kirine gardiyanan li wan xistiye û got: "Ev pêkanîn dijî qanûnê ye. Milên girtiyan tên şikandin. Ava girtîgehê qirêjî ye û bêhn jê tê. Xwarinê hindik didin girtiyan û heqaretê li wan dikin. Desteya Çavdêriyê belesebeb înfaza wan dişewitîne. Lêgerîna tazî tê ferzkirin û girtî tên sirgûnkirin. Hem li Panosê hem jî li Wanê mafên girtiyan ji holê hatine rakirin. Rojname û pirtûk nayên dayîn. Pirtûkên peyva hêvî û azadiyê di wan de derbas dibin nayên dayîn."    ‘GIRTÎGEH Û HIQÛQ BI WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ VE HATINE GIRÊDAN'   Koç, destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên mafan ên zêde îdareyên girtîgeha Panos û Wanê nexwestine hevdîtinê bi wan re bikin. Koç, bilêv kir ku îdareya Girtîgeha Panosê nexwestina xwe ya ji bo hevdîtinê bi rêya eskeran ragihandiye wan û got: "Cendirmeyên berpirsê ewlehiya derve hatin gotin, 'midûr naxwazin hevdîtinê bi we re bikin.' Berpirsiyariya girtîgehê û hiqûqê li ser milê Wezareta Dadê ye, lê bi vê kirinê re ev dertê holê ku bê ka Wezareta Dadê çi qasî ji hiqûqê û girtîgehan hatiye dûrxistin û bê hiqûq û girtîgeh çi qasî bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan. Bi vê careke din eşkere bû ku bê Wezareta Karên Navxweyî çi qasî bandorê li ser saziyên di bin banê Wezareta Dadê de dike. Em ev qasî binpêkirinên mafan dixin rojevê, lê ne dozger, ne Wezîrê Dadê û ne jî dadgeh tiştekî jî nakin. Yanî yê edaletê daye sekinandin dîsa Wezareta Dadê ye."    MA / Mehmet Şah Orûç