Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne? 2022-04-16 11:14:53   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê di roja 404’an de bênavber didomîne ev peyam parve kir: “Rayedarekî bi wijdan ji Xwedê ditirse nîne ku ji zilma bi rêya darazê berdewam dike re bêje bes e?”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 404’an de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtiye, malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiya xwe didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal hesabên Wezareta Dadê, Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn etîket kir û ev peyam parve kir: “Rayedarekî bi wijdan ji Xwedê ditirse nîne ku ji zilma bi rêya darazê berdewam dike re bêje bes e? Qêrîna edaletê ya dayikê her roj li hemû kolanên Rihayê olan dide.”