Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim 2022-04-16 11:21:44 ÊLIH - Parêzer Orhan Alphan ê li Êlihê bi êrişa polîs re rûbirû mabû, diyar kir ku ew ê dest ji bûyerê bernede û dê pîşeya xwe bi rûmetî bike.  Li Dadgeha Êlihê roja 14’ê nîsanê polîsan li girtiyek ku anîbûn edliyê tundî kirin. Parêzer Orhan Alphan li dijî vê derket. Vê carê polîsek êrişî Alphan kir û bêvila wî şikand. Parêzer Alphan çû nexweşxaneyê û rapora tundiya lê hatiye kirin girt û giliyê polîs kir. Polîs di heman rojê de hat binçavkirin û tevî rapora tundiyê û şahidan jî di heman kêliyan de ji aliyê dadgehê ve hat berdan.      ‘EM Ê PÎŞEYA XWE NEKIN BIN PIYÊ POLÎSAN’    Orhan Alphan diyar kir ku wê xwestiye tundiya polîsan rawestîne vê carê jî polîs êrişî wî kiriye û ew birîndar bûye û tişta ku qewimî neheqiya herî mezin e. Alphan da zanîn ku wî xwestiye wezîfeya xwe ya xwedî derketina mafê mirovan bixe dewrê lê polîs heqaret û gef lê xwariye û pişt re jî êriş kiriye. Alphan got ev bêhiqûqî li avahiya dadgehê pêk tê û polîsek bi rehetî dikare êrişî parêzerekî bike. Alphan anî ziman ku tevî rapora tundî li wî hatiye kirin jî lê dadgehê xwestiye polîs biparêze û wî berda ye. Alphan diyar kir ku polîsê tundiyê lê kiriye çûye nexweşxaneyê jî gef li parêzer xwariye û lê got pîşeya wan rûmeta wan e û dê nehêlin ku polîs vê pîşeyê binpê bikin. Alphan destnîşan kir ku ew ê dest ji bûyerê bernede û heta ku heqî were dîtin.