Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan 2022-04-16 11:44:16   AMED - Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê û rojnamevan Kadri Esen piştî ifade da Midûriyeta Polîsan hat berdan.    Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê û rojnamevan Kadrî Esen duh di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Esen îro li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da û pişt re hat berdan. Tevî ku di daxuyaniya dozgeriyê hatibû gotin lêpirsîn di çarçoveya “Newrozê” de hatiye birêvebirin jî lê polîsan “tawanbarî-sûcdariya” parvekirina nûçeyên Esen ên di Facebookê de araste kirin.    Di îfade girtinê de ji Esen parvekirinên wî yên Facebookê yên di sala 2016’an de ku derbarê qedexeyên derketina derve ya li navçeya Dêrika Mêrdînê û navçeya Hezexa Şirnexê jê hatin pirsîn. Her wiha parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal ên derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a girtî de jî hatin pirsîn.   Esen di îfadeya xwe de destnîşan kir ku parvekirinên wî yên li ser medya dijital di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de kiriye.    Esen piştî îfade da û kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê hat berdan.