Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn 2022-04-16 14:21:43   AMED - Seroka ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn li çalakiya xizmên windayan da axivî û got: “Tu eleqeya polîtîkayê ku dewlet dike bi aştiyê û mafê mirovan re nîne.”   Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li Parka Koşûyolû kom bûn û di hefteya 688’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.  Di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hatibû wendakirin pirsîn.   ‘JI DARAZÊ PIŞT DIGIRIN’   Ewilî Seroka ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn diyar kir ku polîtîkayê ku dewlet dimeşîne eleqeya bingeha wê bi aştiyê ve tine ye. Zeytûn di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa girtîgehan û wiha got: “Polîtîkayên bêcazahîştinê li girtîgehan de jî xwe dide nîşandan. Li girtiyan îşkence tê kirin. Mafên mirvoan li girtîgehen tê binpêkirin. Yê ku wan îşkenceyan dike ji darazê destekê digire.”   SERPÊHATIYA WINDAKIRINA KAVAK HAT XWENDIN    Piştî axaftina Zeytûn, endema Komisyona Windayan a ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya windakirina Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hat windakirin xwend. Yildirim da zanîn ku Cemal Kavak li Amedê tê windakirin û cenazeye wî di navbera rêya Amed û Bismilê de li nav zeviyên zilûyan tê dîtin. Yildirim got tevî ewqas sal derbas bûn jî hêj kujerên Kavak nehatine dîtin.    Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.