Rojnamevan Koçer hat berdan 2022-04-16 17:50:39   AMED - Rojnamevan Mîr Alî Koçer jî di nav de ji kesên li Amedê di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin, 37 kes jê hatin berdan.    Duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di avêtina ser malan de 66 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Mîr Alî Koçer jî di nav de îro 37 kes piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Amedê hatin berdan û 7 kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji kesên sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin Înanç Mûtlû û Farûk Azarkan hatin girtin.   Hat diyarkirin ku karê îfadegirtinê yên 27 kesên din jî didome.