Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome 2022-04-17 12:12:55   AMED – Dadgeha Kargêrî ya Amedê biryar dabû ku çêkirina mizgefta Haci Bakî Çelîk a Rezanê bê sekinandin ku 6 karker li wir birîndar bûbûn. Lê li gel biryara dadgehê jî, derket holê ku hêjta mizgeft bi awayekî qaçax tê çêkirin.    Derheqê înşaeta Mizgefta Haci Bakî Çelîk a li Taxa Bagcilar a Rezan a Amedê de hûrgiliyên nû derketin holê ku li wir yek jê giran bi giştî 6 karker birîndar bûbûn. Cihê mizgeftê di plana îmarê de weke qada kesk xuya dikir û di 17’ê sibata 2020’an de statûya wê ya “Qada Rekreasyonê” weke “Qada Perestiyê” hate guherandin. Li ser vê yekê, Odeya Plansaziya Bajar a Amedê doz vekir û dadgehê jî biryara sekinandinê dabû.    4 roj piştî biryara dadgehê, îskeleya mizgeftê rûxiya û yek jê giran bi giştî 6 karker birîndar bûbûn.    DAXWAZA SEKINANDINA BICIHANÎNÊ    Odeya Plansaziyê ya Bajar, li 1’emîn Dadgeha Kargêrî ya Amedê li dijî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê doz vekiribû. Odeyê, di serlêdana xwe de diyar kiribû ku bi guherandina îmarê re rêgezên plankirin û bajarvaniyê hatine binpêkirin û xwestibû ku biryara bicihanînê bê sekinandin.    BIRYARA DADGEHÊ    1’emîn Dadgeha Kargêrî ya Amedê jî di biryara xwe de diyar kir ku heke kar û barên mijara dozê bên bicihanîn, dê di çarçoveya hukmên planê de xebat bên destpêkirin û ev rewş jî dê rê li ber pirsgirêkên mezin ên milkiyetê veke û ziyanên mezin bi xwe re bîne. Lewma jî kar û barê hatiye kirin weke derhiqûqî pênase kir û şandeya dadgehê bi piraniyan dengan biryar da ku biryara bicihanînê bê sekinandin.    JI WEZARETÊ SERLÊDANA ÎTÎRAZÊ    Piştî biryara 1’emîn Dadgeha Kargêrî ya Amedê ku di 24’ê nîsana 2021’an de dabû, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Dadgeha Kargêrî ya Herêmî ya Dîlokê îtîraz kir. Wezaretê di serlêdana xwe de diyar kir ku rapora pisporan li dijî hiqûqê ye, pêdiviya herêma navborî bi qada perestiyê heye û xwest ku dadgeh biryara xwe betal bike.    ÎSTÎNAFÊ PIŞTGIRÎ DA DADGEHÊ   Duyemîn Daîreya Dozên Kargêrî ya Dadgeha Kargêrî ya Herêmî ya Dîlokê jî di biryara xwe de destnîşan kir ku rewşeke ku biryara dadgehê bê betalkirin li holê nîne û daxwaza wezaretê red kir.    Dadgeha Îstînafê di 7’ê nîsana 2022’yan de bi piraniya dengan ev biryar da.