‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’ 2022-04-17 15:50:08   AMED - Rêxistina TÎP’ê ya Amedê têkildarî êrişa ser Serokê TÎP a Amedê Salih Sargin daxuyaniyek da û wiha got: “Dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê hatiye lewma bi destê çeteyên xwe êrişî şoreşgeran dikin.”    Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) têkildarî êrişa ser Serokê TÎP’a Amedê Salih Sargin li pêşiya avahiya xwe ya li Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên TÎP’ê, yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û aktîvîstên Komeleya Jinan a Rosayê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li ber êrişên faşîst serî netewînin” hatibû vekirin. Beşdaran di daxuyaniyê de dirûşmên “Bimre faşîzm”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Zext dê nekarin me têk bibin” berz kirin.    ‘DIXWAZIN TÊKOŞÎNA ME QELS BIKIN’    Di daxuyaniyê de endama Meclisa Jinên Sosyalîst a ESP’ê Satiye Ok axivî û wiha got: “Desthilatdarî kengî tengav bibe, çeteyên xwe dişîne ser şoreşgeran. Balkêş e ku beriya 1’ê Gulanê êriş dikin. Lê çi dikin bila bikin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Me di Newrozê de hêza civak û muxalefetê nîşanî wan çeteyan da. Dê 1’ê Gulan jî wisa derbas bibe. Em baş pê dizanin ku ev êriş, êrişa çeteyên AKP’ê ye. Lê çi bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘EM JI WAN ÊRIŞAN NATIRSIN’    Piştre jî Endamê Komîteya TÎP’ê Furkan Erdogan axivî. Erdogan, da zanîn ku di nava 4 mehan de serokê TÎP’ê yê Amedê ev bû du car ku rastî êrişên bi kêran tê û wiha domand: “Divê ev faşîst baş bizanin ku em ji êrişên wan natirsin û dê serî netewînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber têkçûnê ye. Lewma çeteyên xwe dişîne tax û kolanan û êrişî rêveber û avahiyên şoreşgeran dikin. Lê dîsa jî em bi bîr bixin ku me çawa ku qad li wan teng kirin dê bi heman awayî tax û koılanan jî li wan teng bikin.”    ‘EM PAŞDE GAV NAVÊJÎN’    Piştî daxuyaniyê, Serokê TÎP a Amedê Salih Sargin têkildarî êrişê bi ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Ev êriş ne tenê li dijî kesekî lê li dijî hemû şoreşger û têkoşeran hatiye kirin. Ji ewil di meha çileyê de êriş kirin. Piştre jî di 14’ê nîsanê de êriş kirin. Em ji kesekî natirsin. Em, 1’ê Gulanê çiqas birêxistin bikin, ew jî ewqas ditirsin. Lewma êrişî me dikin. Em bi HDP û sosyalîstan re mil bi mil têdikoşin. Lewma rastî van êrişan tên. Dixwazin bi me paşdegav bidin avêtin lê em ê paşdegav neavêjin.”