Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû 2022-04-17 16:14:00   AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo diyarkirina rêveberiya xwe ya nû hilbijartin kir. Tê payîn ku vê serdemê jî dê serokatiya odeyê Elîf Turan bike.    Lijneya Giştî ya Hilbijartina Asayî ya Odeya Bijîşkan duh hatibû destpêkirin û îro bi encam bû. Lijne, li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Amedê hate lidarxistin û rêveberiya nû hate hilbijartin. Di hilbijartinê de lîsteyek tenê hebû. Di encama hilbijartinê de Elîf Turan, Firat Akengîn, Rezan Akyel, Çagla Îzcî, Ahmet Baran û Meryem Han weke endamên Lijneya Rêveberiyê û Ahmet Baran Sever, Tarik Koç, Laleş Tunç, Şervan Ozalkak, Umît Peker, Rojda Tayfun û Sabîre Aygun jî weke endamên cîgir hatin hilbijartin.    Endamên Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Amedê dê di rojên pêş de civîneke din li dar bixin. Tê payîn ku Elîf Turan dîsa weke Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê bê hilbijartin.