Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin 2022-04-17 16:23:44   AMED - Platforma Demokrasiyê ya Rezanê li Pêşiya Nexweşxaneya Rezanê daxuyanî da. Platformê bertek nîşanî şêweyê sepanên projeyên veguherînê yên bajêr da û got ku bi van projeyan re hewl didin xelkê bajêr koçber bikin.    Platforma Demokrasiyê ya Rezanê li hemberî şêweyê sepandina projeyên veguhertinê yên bajêr û mexdûrkirina gel, li pêşiya Nexweşxaneya Rezan a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên Platforma Demokrasiyê ya Rezanê, yên CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Gelecekê û endamên Komeleya li Dijî Hişbirê Guherîn amade bûn. Daxuyanî ji hêla Berdevkê Platforma Demokrasiyê Emrah Altun ve hate xwendin. Altun, bertek nîşanî  şêweyê sepandina projeyên veguherandina bajêr da û wiha got: “Bi projeyên nû re gel nikare avahiyan bikire û neçarî koçberiyê tê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin.”    ‘ÇANDA ME NÎNE’    Altun, bi domdarî bal kişand ser projeyên xaniyan ên ku li Rezanê tên çêkirin û wiha domand: “Gel, di nava hev de dijî û bi xaniyên nû re gel ji hev dûr dikeve. Ev şêweyê çêkirina xaniyan, li dijî çanda Amedê ye. Li tu devera cîhanê gel ji hev nayê veqetandin û bi tenê nayê hiştin. Li bi vê rêbazê tenêtî li gel tê ferzkirin. Nifûsa Rezanê 500 hezar kes derbas kiriye. Tenê li Taxa Kaynartepeyê 20 kolan hatine  îstîmlaqkirin û weke qada veguherîna bajarvaniyê hatine ragihandin. Lê tenê bi 100 malbatan re lihev kirine. Ji ber ku avahî pir biha ne, kesek nikare bikire.”    FIHÛŞ, HIŞBIR Û BAZIRGANIYA ÇEKAN   Di berdewamê de Altun da zanîn ku li taxên Kaynartepe, Mûradîye û Fatîhê bi sedan xaniyên kevin li ber hilweşînê ne û wiha pê de çû: “Ji ber ku ev der nayên kontrolkirin, veguherîne qada firotina hişbirê, bazara firotina çekan û diziyê. Lewma gel nikare ji malên xwe derkeve. Ew xanî çima nayên xerakirin?”   REWŞA MALBATÊN JI SÛRÊ    Herî dawî jî Altun bal kişand ser rewşa malbatên li navçeya Sûrê hatine mexdûrkirin û ev tişt anî ziman: “Dema ku rayedar biryara van projeyan didin, bi gel re naşêwirin. Em naxwazin malbatên li vê derê jî mîna malbatên ji Sûrê mexdûr bibin û li kolanan bimînin. Em vê yekê qebûl nakin. Banga me ji rayedaran ew e ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”