Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin 2022-04-17 22:38:48   ÎZMÎR - Derbarê bavê Denîz Poyraz a di êrişa HDP'a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, Abulîlah Poyraz de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" doz hat vekirin.    Derbarê Abdulîlah Poyraz ê bavê Denîz Poyraz a di 17'ê hezîrana 2021'an de li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê hatibû qetilkirin, bi sûcdariya "propaganda rêxistinê kiriye" doz hat vekirin. Doz bi hêceta roportajek ku Poyraz piştî qetilkirina keça xwe daye, hat vekirin.    Danişîna ewil a dozê dê di 30'ê gulanê de li Dadgeha Îzmîrê bê lidarxistin.    Prêzeran têkildarî mijarê li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal daxuyanî dan û destnîşan kirin ku li şûna doz li êrişkar were vekirin li bavê Denîz Poyraz ê bidilşewat hatiye vekirin.