Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin 2022-04-18 10:51:30   ENQERE - Înfaza Eşref Sîncar ê nêzî 30 sal in di girtîgehê de yeji ber cezayê dîsîplînê yên beriya 17, 8 û 5 salan bi hêceta rêziknameya ku di 1’ê Çileya 2021’an de kete meriyetê hate şewitandin. Sîncar, diyar kir ku qanûn nikarin li hemberî kesekî bi paş ve werin xebitandin û îtîrazî biryarê kir.    Her çiqas di 1’ê Çileya 2021’an de rêziknameya nirxandina girtiyan a bi navendên çavdêrî û kategoriyan ket meriyetê jî, înfazên li girtîgehan bi hinceta cezayên dîsîplînê yên salên berê tên şewitandin.    Berdana Eşref Sîncar ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, ji ber cezayê hucreyê yê berê lê hatiye birîn hate astengkirin. Sîncar, ji Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş re derbarê biryara ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê ve hatiye dayîn de name şand.    Di biryara ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê ve hatiye dayîn de 3 cezayên dîsîplînê yên Sîncar di sala 2005’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê, 11 cezayên di sala 2006’an de, 5 cezayên di sala 2014’an de û 7 roj cezayê hucreyê yê di sala 2017’an de li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F lê hatibûn birîn weke hincet hatin nîşandan.    ‘JI PKK’Ê MEHKUM E’   Dîsa di hêceta biryarê de cih dan xala şertên kontrola edlî ya di beşa 3’yemîn a TMK’ê ya bihejmara 3713’an de û wiha hate gotin: “Ji ber mehkûm Eşref Sîncar ji ber sûcên PKK'ê girtiye û 4 cezayên dîsîplînê yên hucreyê hatine erêkirin, hat nirxandin ku li gorî xala qanûnê nikare ji şertê kontrola edlî sûdê werbigire.”   ‘LI VIR BÊHIQÛQIYEK HEYE’   Sîncar di nameya xwe de diyar kir ku 30 sal in di girtîgehê de ye tevî ku înfaza wî di 7’ê Sibata 2022’yan de biqede, ji ber cezayên dîsîplînê 6 salên din hatiye dirêjkirin û wiha got: “Tevî ku ev 5 sal in tu cezayên dîsîplînê min negirtine jî ev biryar derket. Di qanûnê de tê gotin ku heke sê cezayên dîsîplînê bigire nikare ji şertê kontrola edlî sûdê werbigire. Lê cezayê beriya 17 salan li min hatiye birîn weke hincet nîşandan. Ji ber qanûn nikarin li dijî mirov werin xebitandin, bi du cezayên hucreyê yên li min hatine birîn nikarin berdana min asteng bikin. Gelek sal di navbera cezayên min ên hucreyê de hene. Li vir bêhiqûqiyek heye.”   Sîncar, diyar kir ku îtîrazî biryarê kiriye û xwest mijar were şopandin.   MA / Berîvan Altan