Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire 2022-04-18 10:52:33   AMED - Li navçeya Hezroyê ekîbîn DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re li gundan digerin û di bin navê "ceyrana qaçax" de cezayên fahîş li gundiyan dibirin. Gundiyan bertek nîşan da û ev tişt got: "Cezayê ku hatiye nivîsandin, kes nikare bide."   Li navçeya Hezro ya Amedê, hefteyeke ekîbên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi cendirmeyan re li gundan digerin û di bin navê "ceyrana qaçax" de cezayên fahîş ji gundiyan re dinivisînin. DEDAŞ'ê cezayê ku li gundiyan dibire bi peyamê ji gundiyan re dişîne û wan ji cezayên ku li wan dibire agahdar dike. Li gorî agahiyên ku gundiyan dan, ekîbên DEDAŞ'ê serê her malê di navbera 7 û 25 hezaran de cezayê pere dibirin.    Li navçeyê 31 gund hene û ekîbin DEDAŞ'ê heta niha li 18 mezra, gom û gundan geriyane û ceza li nêzî hezar malî birîne.    Gundên ku ekîbên DEDAŞ’ê li wan geriyane û ceza li gundiyan birîne wiha ne: Reşîk, Gomê Hecî Derwîş, Gomê indarê, Dersil, Kekan, Xicikan, Gomê Demîrbeg, Kufercîn, Baheşîm, Gomê Emo, Dedaş, Zuxur, Qubik, Barbûş, Gomê Emrexê, Gomanê Şêx Sabê, Bahîşmê, Dercal.    Gundiyên ku ceza li wan hatiye birîn, derbarê mijarê de axivîn û bertek nîşan dan.    JI 70 MALÎ RE CEZA NIVÎSANDINE   Ji gundê Barbûşê Adil Mûsaoglû, da zanîn ku cezayê fahîş li gundiyan hatiye birîn û wiha axivî: “Gundê me 140 mal e. Ji 70 malî re ceza nivîsandine. Serî sibehê saet di 07.00'an de ekîbên DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re hatin gund. Serê malê di navbera 10-20 hezaran de cezayê pere nivîsandin. Kes nikare vî pereyî bide. Li tevahiya gundên Hezroyê ceza dibirîn.”   EKÎB Û GUNDÎ BI HEV KETIN    Mehmet Yetîşkîn ku ji gundê Kekan e, destnîşan kir ku du roj berê ekîbên DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re hatina gund û wiha got: “Gundê me 35 mal e. Bi qasî ku dizanim ji malan re ceza nivîsandine. Serê malê di navbera 12-25 hezaran de cezayê pere nivîsandine. Kes nikare ceza bide. Ceza bi peyaman şandine telefonên me. Xwestin ku ji malên din re jî binivisînin lê ji ber ku gundiyan bertek nîşan da sekinîn. Di navbera ekîbên DEDAŞ’ê û gundiyan de niqaş derket. Piştî nîqaşê, ekîbêb DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re ji gund derketin."   FATOREYÊN XWE DAYE JÎ CEZA LÊ BIRÎNE    Ji gundê Gomê Emrexê Engîn Tekîn, diyar kir ku gundê wan 120 mal e û ji hemû malan re cezayên fahîş nivîsandine û wiha got: "Serê sibehê bi 8-9 panzer û wesayîtan hatin gund. Hema kîjan malê dîtin ceza nivîsandin. Cezayên fahîş in em nikarin bidin jî. Deynê me tuneye û em her tim fatorayên xwe didin. Ji min re 17 hezar ceza nivîsandine. Serê malê di navbera 17-18 hezaran de ceza nivîsandine. Çend malan bertek nîşan da lê dîsa jî nivîsandin. Derfetê me tuneye ku em cezayê li me hatiye birîn bidin."   Alîhan Kûşlû ku ji gûndê Qubikê ye jî ev tişt got: "Wexta ku kes li gund tunebû hatin. Gundî ser karê xwe bûn. Ji min re ceza nenivîsandine lê bi qasî ku dizanim ji 7 malan re di navbera 9,5- 12-5 hezaran de ceza nivîsandine."