Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne 2022-04-18 12:56:50   ENQERE - Derbarê Sefer Orhan Ylmaz ê beriya Komkujiya Konyayê 15 rojan li Konyayê bi têtîkkêşê komkujiyê Mehmet Altûn re di heman otelê de dima biryara anîn bi darê zorê hate dayîn. Îrem Nûr Şengun a weke şahid hatiye guhdarkirin jî beyanên binakok dan.    Hin beyanên kesên ku qeydên wan ên otelê ku li gel tetîkkêş Mehmet Altûn ê li navçeya Meram a Konyayê di 30’ê Tîrmehê de ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kiribûn hene, li dosyayê hatin zêdekirin. Li ser biryara ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ku doza têkildarî komkujiyê lê tê dîtin ve hatiye dayîn, di danişînên fermanê yên hatin dîtin de, beyanên şahidan hatin wergirtin. Ji 3 kesan 2 kesên ku beyanên wan li dosyayê hatin zêdekirin bi lêv kirin ku  Altûn nas nakin û di kîjan dîrokan de li otelê mane nayên bîra wan. Îrem Nûr Şengun a li Enqereyê her tim bi Altûn re dima jî beyanên binakok dan.    ŞAHIDÊ KU DIHAT MEREQKIRIN NEHAT GUHDARKIRIN   Derbarê şahidê herî zêde tê mereqkirin Sefer Orhan Yilmaz de jî ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ve ji bo weke şahit beyana wî were girtin, biryara anîna bi darê zorê hate derxistin. Beriya niha qeydên otelê yên têkildarî mayîna Sefer Orhan Yilmaz û Altûn ên di dîrokên 15-16’ê Tîrmehê de li Otela Selçûklû ya Paşaparkêya li heman odeyê, li dosyayê hatibûn zêdekirin.     DÎROK NEHATIN BÎRA WAN   Abdûllah Canbakiş ê weke şahid beyanên wî hatin wergirtin, anî ziman ku nayê bîra wî ku kengî li Otela Selçûklû ya Paşapark a Konyayê maye û bi lêv kir ku li otele weke mevanê firmaya bi navê Sezîn Tibbî Medîcal Goruntuleme maye. Canbakiş, da zanîn ku tu pere nedaye otele û wiha got: “Odeya ez lê dimam odeya yek kesî bû, ez ji ber kar li wê derê bûm. Dema ez mam li wê derê nizanim ka Mehmet Altûn li wê derê bû an na?” Canbakiş, diyar kir ku Altûn nas nake.    Di evraqa ku ji otelê hatî de tê xuyakirin ku bêyîn ku Altûn di navbera 30’ê Hezîran û 5’ê Tîrmeha 2021’an de ji otelê derkeve, di dema 3-4’ê Tîrmehê li oteleke Enqereyê qeydê çêdike, di heman dîrokê de Abdûllah Canbakiş li heman odeya otelê de dimîne.    Ozgur Çetîn ê weke şahid beyanên wî hatin wergirtin jî bi lêv kir ku Altûn û bersûcên din nas nake û anî ziman ku ji ber daweta dişa xwe çûye Konyayê û di wê dîrokê de bi hevjîna xwe û zarokê xwe re li otelê maye. Çetîn, da zanîn ku kengî li kîjan otelê maye nayê bîra wî.    GOT KU ‘HERÎ DAWÎ ZIVISTANÊ ME BI ALTÛN RE HEVDÎTIN KIR’   Îrem Nûr Şengun ku di otelên cuda yên Enqereyê de li gel Altûn dima, di 4’ê Nîsana 2022’an de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îfadeya wê hatibû wergirtin. Dema îfadeya wê hate wergirtin yek ji parêzerên dozê Atîla Kart jî li eywanê amade bû. Şengun di beyanên binakok dan. Şengun diyar kir ku dema komkujî pêk hat li Konyayê nebû, bi hevalên xwe re li Herêma Akdenîzê bûye û bi lêv kir ku Altûn gelek beriya komkujiyê di twîtterê de nas kiriye û herî dawî zivistanê Altûn dîtiye.   ÎFADEYA XWE GUHERT   Piştî ku parêzer Kart ji Şengun re got heke şahidiniya derew bike wê were cezakirin, Şengun îfadeya xwe guhert û wiha got: “Min herî dawî Altûn di 7’ê Tîrmeha 2021’an de li Marmarîsê dît. Altûn bi du hevalên xwe ve ji Marmarîsê vegeriya Enqereyê. Herî dawî min div ê dîrokê de ew dît, ji peyama min jê re nivîsand jî bersiv negirt. Em li Enqereyê 6-7 caran hatin gelhev. Roja bûyerê jî ji ber peyamên min jê re şandin negihiştinê, ez lêgeriyam.”   Parêzer Kart, bi lêv kir ku difikirin şahid derbarê bûyerê de xwedî agahî ye û wiha got: “Nîşane di vî alî de ne. Di mijara dîrokan de bi awayekî zanebûn beyanên derew dane. Em ê ji ber şahidiniya derew bi awayekî cuda gilî bikin.”   DERBARÊ ŞAHID DE BIRYAR HAT WERGIRTIN   Li aliyê din, lêpirsîna derbarê Şengun de ku di roja komkujiyê de gelek caran li Altûn geriya ye, di 20’ê Cotmeha 2021’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Konyayê hatiye destpêkirin de biryar hatiye dayîn ku hewce nîne were lêpirsîn.     JI BO DU ŞAHIDAN BIRYARA ANÎNA BI DARÊ ZORÊ HATE DERXISTIN   Hate dîtin ku Ugur Yarci, Selmîn Kûrûş û Sefer Orhan Yilmaz ên ku weke şahid hatin serî li beyanên wan hate dayîn tevlî danişîna ku ji aliyê dadgeha talîmatê ve pêk hat nebûne. Ji bo şahid Selmîn Kûrûş ji aliyê 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê û ji bo Sefer Orhan Yilmaz jî ji aliyê 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûyê ya Stenbolê ve biryara anîna bi darê zorê hate derxistin.    TÊTÎKKÊŞ 2 MEHAN LI OTELAN MAYE   Ji evraqên ku ji otelan hatibûn hatibû hînbûn ku Altûn beriya komkujiyê ji 18'ê Gulanê heta 18'ê Tîrmehê 2 caran çûye Stenbol, 6 caran Enqere, 2 caran Eskîşehîr, 2 caran Bûrsa, 3 caran Îzmîrê, carekê Antalyayê û 6 caran jî çûye û hatiye Konyayê.     MA / Zemo Aggoz