Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin 2022-04-18 18:36:33   ÊLIH - Li gundê Timoqê Beşîr Yildirim ê 80 salî jî hat girtin. Li heman gundî Yahya Karabş jî piştî 3 caran hatibû binçavkirin, hatibû girtin.    Beşîr Yildirim ê 80 salî yê li gundê Timoq ê navçeya Hezo ya Êlihê di 31'ê Adarê de di dema avatina ser gund de ji aliyê eskeran ve hatibû binçavkirin û paşê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, îro gava ji bo îmzeyê çû Midûriyeta Polîsan a Êlihê hat binçavkirin. Dozgeriyê Yildirim bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir. Dadgeriyê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" Yildirim ê 80 salî girt.    Li gundê Timoqê Yahya Karabaşê ku di avêtina ser gund de hatibû binçavkirin û eskeran çewal xistibûn serê wî û 4 rojan îşkence lê kiribûn jî piştî 3 carên binçavkirinê di 15'ê Nîsanê de hatibû girtin. Ji heman gundî Sadûllah Karabaş jî di 4'ê Nîsanê de hatibû girtin.   Dorpêş û operasyona li gund hê jî didome.