Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye 2022-04-19 09:03:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên endamên HPG'ê û YJA STAR'ê ji aliyê Tirkiyeyê û PDK'ê ve radestî malbatan nayên kirin. Malbatên ku ji çar aliyên Kurdistanê bi salane li benda cenazeyên zarokên xwe ne gotin: "Ev tişta ku tê kirin, ne însanî ye û ne jî wîjdanî ye.”     Cenazeyên endamên HPG û YJA STAR'ê yên di dîrokên cuda de di şeran de jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan nayên kirin. Tevî hemû hewldanên malbatan jî cenaze nayên dayîn û  piraniya van cenazeyan jî li goristanên bêkesan, bêyî agahiya malbatan tên veşartin. Li bakur cenaze ji aliyê Tirkiyeyê ve û li başûr jî ji aliyê PDK’ê ve radestî malbatan nayên kirin. Malbatên ku li çar parçeyên Kurdistanê li benda cenazeyên zarokên xwe ne dixwazin ku demildest cenazeyên zarokên xwe werbigirin.    'EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN'    Li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê di 3'ê gulana 2021’an de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî endama YJA STAR'ê Bîşeng Hezer jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Hezer, Ayşe Hezer salek e li benda cenazeyê keça xwe ye. Ayşe Hezer, diyar kir ku tevî hemû hewledanan jî cenaze radestî wan nayê kirin û wiha axivî: "Keça min par di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku min agahiya mirina wê girt ez çûm nexweşxaneyê min xwîn da ku cenaze werbigirim. Tişta herî nexweş ew e ku agahiya mirina zarokê mirov ji mirov re bê. Piştî ku min xwîna xwe da red kirin. Ji min re gotin,'Cenazeyeke wiha tune ye'. Ji ber ku dayika min nexweş bû min nekarî ez careke din biçim serlêdanê bikim. Lê ez ê dîsa serlêdanê bikim. Heta ku ez saxbim ez ê dev ji lêgerîna cenazeyê xwe bernadim. Weke her kesî em jî dixwazin ku cenazeyên zarokê xwe bistînin û defin bikin. Piştî ku keça min qetilkirin jî îşkence li cenazeyê wê kirin e. Tişt nemaye ku li cenaze nekirine. Em dixwazin ku ev şer bisekine, ev xwîna diherike bisekine. Em bi kuştinê xelas nabin. Bila zarokên xelkê bes bi kîmyasalê bên kuştin. Êdî bes e hatina cenazeyan bidin sekinandin. Ez bang li Mesut Barzanî dikim; me balifa bin serê xwe da wan. Niha ji me çi dixwaze? Doza çi dike? Bila hişê xwe bidin serê xwe. 4-5 mehan malbat li ser sînorê Sêmelka çalakî kirin ku cenazeyên zarokên xwe bigirin. Vê zilma Barzanî dike ji zilma hemû dewletan bihûriye. Kuştin çêdibe lê xelk cenazeyê xwe digire. Dawiya vî şerî aştî ye. Hê ku dereng nebûye bila ji vê talûkeyê vegerin."    'PDK DIJMINATIYÊ DIKE'   Li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê di 29'ê tebaxê de jî 5 endamên HPG'ê ku ketibûn kemîna hêzên PDK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van cenazeyan ê endama YJA STAR'ê Nesrîn Temîr û endamê HPG'ê Yusif Îbrahîm cenazeyê wan ketibû destê PDK'ê. Nêzî salekê ye ku cenazeyê Temîr û Îbrahîm nayê dayîn. Birayê Îbrahîm, Muaf Îbrahîm bi lêv kir ku ew tişta ku PDK'e dike dijminahî ye û wiha got: "Ev 8 meh in em li benda cenazeyê xwe ne. PDK çima cenazeyên me nade me? Ditirse ku bibêje ev cenazeye di destê me de ne. Ji ber wê jî nabêje ku cenaze di destê min de ne. Naxwaze ku vî tiştî aşkere bike. Heke ku cenazeyên me nedin me wê ev weke kulekî li ser dilê me bimîne. Ev tişta ku PDK'ê dike em tu caran ji bîr nakin. Ji aliyê kurdekî ve desteserkirina cenazeyên kurdekî ne tişteke ku mirov qebûl bike ye. Ev ne xwişk û biratî ye. Pênasekirina vî tiştî tune ye. Heta ku niha agahiyek jî nedane me. Em dixwazin demildest cenazeyê me bidin me.”    SÊ CAR IN JI ROJHILAT TÊ BAKUR    Li navçeya Silopiyaya Şirnexê jî di 2’ê îlonê de di şer de endamê HPG'ê Kemal Selimî jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Selimî ku ev 3 car in ji navçeya Salmasê ya bi ser bajarê Urmîyê ya Rojhilatê Kurdistanê tê Tirkiyeyê cenaze radestî wan nakin. Dayika Selîmî, Şohret Nurîzade anî ziman ku nedayina cenazeyan ne tişteke însanî ye û wiha got: "Ji bo ku cenazeyê kurê xwe bistînim ez heta niha 3 caran hatim Tirkiyeyê. 2 caran me xwîn daye. Ewil min nekarî ez biçim birayê wî hatibû û wî xwîn dabû. Pişt re gotin bila dayika wî bê. Ez jî hatim min xwîn da. Lê belê hê jî encam derneketiye. Em dizanin ku cenazeyê me destê wan de ye. Lê belê bi zanebûn cenazeyê me nadin. Li ser medyaya tirk jî hat gotin ku kurê min di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo ku ji me re zehmetiyê derbixînin cenaze nadin me. Ez gelek nerehetim. Me ne cenazeyê xwe defin kir û ne jî agahiyek dane me ku li ku ye. Êşa min gelek mezin e. Kesekî alîkarî neda ku em cenaze bistînin. Em dixwazin ku cenazeyê me bidin me. Bi çi rengî be em dixwazin ku cenazeyê me bidin. Heke nedin êm ê jî di aliyê hiqûqî de gilî bikin ku cenazeyê me bidin me.”   JI SALA 1998'AN VE LI BENDA CENAZEYÊ KURÊ XWE YE   Endamê PKK’ê Pola Mihemed jî di sala 1998’an de di şerekî li başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dide. Bi salane destûr nayê dayîn ku malbat cenazeyê zarokê xwe bînin cem xwe. Bavê Mihemed, Îbrahîm Mihemed diyar ku PDK li dijî kurdatiyê tevdigere û got: "Kurê min di sala 1998'an de li mintiqa Çoman di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li goristana Helgûrt hatiye veşartin. Ev der di kontrola PDK'ê de ye. PDK destûr nade ku cenazeyê kurê xwe bînim û em biçin ser goristanê. Ev tişt ne însanî ye û ne jî exleqî ye. PDK bi van kirinên xwe li dijî olê tevdigere. Em niha doza cenazeyê xwe dikin û dixwazin ku cenazeyê kurê xwe bînin. Bila PDK dev ji vê dijminahiya xwe ya bi salan e berde û bi helwesteke netewî tevbigere. Bila bes cenazeyê birayên xwe desteser bikin. Bila dev ji vê dijminahiyê berdin.”