Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan 2022-04-19 09:09:01 WAN - Siyasetmedarê rojhilatî Abdûllah Hîcab, anî ziman ku operasyona derveyî sînor a bi şirîkatiya AKP-PDK'ê li ser asasê qirkirina kurdan hatiye sêwirandin û got: "PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan."  Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li Herêma Kurdistana Federe, li herêma Kurê Jaro dest bi operasyoneke nû kir. Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) jî li tenîşta Tirkiyeyê di nava vê operasyonê de cih girtiye. Li gor agahiyên tên ragihandin li herêmê şerekî dijwar dest pê kiriye. Her wiha di daxuyaniya HPG'ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hat weşandin, hat diyarkirin ku heya niha 28 esker mirine û 2 helîkopter jî derb xwarine.    Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê berê siyasetmedarê rojhilatî Abdûllah Hîcab, armanca operasyona derveyî sînor nirxandin û got, PDK ku daxilî nava êrişan bûye, zirarê dide destkeftiyên kurdan.      YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Hîcab, destnîşan kir ku ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî gavên girîng hatibûn avêtin, lê berjewendiyên malbatî yên PDK'ê bûne asteng li ber van gavan û got: "Gava mirov li rewşa Herêma Kurdistana Federe mêze dike, dibîne ku feraseteke neteweyî heye. Lê berjwendiyên partiyan ên bi hêzên navdewletî re, dibin asteng li ber vê. Bi piranî berjwendiyên pergalên siyasî bêtir li pêş in. Li Herêma Kurdistana Federe derfetên cidî hene, lê mixabin ev derfet baş nehatin bikaranîn. Bi taybetî jî partiyên siyasî, PDK û YNK, divê li hemberî hêzên derve berjwendiyên neteweyî biparêzin. Divê çav bernedin destkeftiyên kurdan."    ‘AKP, SÛDÊ JI PDK'Ê DIGIRE'   Hîcab, anî ziman ku Tirkiye PDK'ê ji bo berjwendiyên xwe bi kar tîne û got: "PDK, divê berjwendiyên herêmê esas bigire. Bi taybetî jî desthilata AKP'ê pir sûdê ji PDK'ê digire. Qethiyen divê tu kes berjewendiyên kurdan neke qurbana berjewendiyên hêzên dagirker. Ev ne helwesteke rast e. Her tim divê berjwendiyên gelê me û polîtîkayên ji bo mivha Kurdistanê li dar bin. Mixabin pêwendiya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re pêwendiyeke taktîkî ye. Di têkiliya bi Tirkiyeyê re ne berjewendiyên herêmî, berjewendiyên PDK'ê li dar in."    ‘ZIRARÊ DIDE DESTLEFTIYAN'   Hîcab, diyar kir ku kurd li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên girîng bi dest xistine û got: "Ger PDK zirarê bide kurdan, qethiyen divê ev yek neyê qebûlkirin. Îro ro PDK divê berjewendiyên gelê kurd esas bigire. Hebûna tevgera azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê, di warê neteweyî de xwedî tevkariyeke pir mezin e. Tu pratîkeke ku zirarê bide Bakurê Kurdistanê û berjewendiyên neteweyî, nayê qebûlkirin. PDK, divê bi hêzên ku kurdan dikuje û çav berdaye destkeftiyên kurdan re nexebite."    ‘PDK, DIVÊ BERBAYÎ LÎSTIKAN NEKEVE'   Hîcab, ji bo yekîtiya neteweyî bang li hêzên kurdan kir û PDK'ê jî hişyar kir û got: "Tirkiye ji bo qirkirina kurdên li Bakurê Kurdistanê çi ji desta tê dike. PDK, divê vê yekê baş bibîne. Demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde. PDK, divê fêm bike; helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan tu carî eguheriye. Tirkiye, ji bo berjwendiyên xwe kurdan û partiyên kurdan bi kar tîne. PDK, divê berbayî van lîstikan nekeve. Divê derfetên di dest xwe de ji bo gelê xwe bi kar bîne. Tirkiye, di vê operasyonê de dê hemû derfetên xwe bi kar bîne. Ev ji bo wan di wesfê fînalê de ye û mixabin hêzên kurdan jî daxilî nava vê dike. Armanca sereke ya operasyonê li ser asasê qirkirina hatiye sêwirandin. PDK, bixwastana dikaribû pêşî li ber vê bigirtana, lê nekir. Ger ev yek wisa bidome, dê pirsgirêkên di navbera kurdan de kûrtir bibin. PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde."