Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye 2022-04-19 09:09:30 ÊLIH - Selman Buyuktop ku li Girtîgeha Çorûm a Tîpa L'yê îşkence lê hatiye kirin û lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, 46 roj in di hucreyê de ye.  Girtî Selman Buyuktop ê di Girtîgeha Çorûm a Tîpa L'yê de, bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên bi wan re rû bi rû maye ragihandin. Buyuktop ku di 4'ê Adarê de ji Girtîgeha Rihayê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Çorûm a Tîpa L'yê hatiye kirin, diyariye ku di dema sewqkirinê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û îşkence lê hatiye kirin. Buyuktop, ragihand ku ji roja hatiye sewqkirin heya niha bi tena serê xwe di hucreyeke 6 metrekareyî de ye.   Bav Salih Buyuktop, anî ziman ku kurê wî piştî îşkenceyeke 35 rojan hatiye girtin û 17 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn.    BAV BUYUKTOP: HOVÎTÎ YE   Buyuktop, da zanîn ku kurê wî 5 sal û 6 meh in di girtîgehê de ye û heya niha bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû maye. Buyuktop got: "Selamn, di her du girtîgehan de jî bi tahdeyê re rû bi rû maye. Li Girtîgeha Çorûmê lêgerîna tazî li wî û hevalên wî hatiye ferzkirin. Ji girtîgeheke din sewqî girtîgeheke din hat kirin. Ev çi ye. Ev çi îşkence ye. Selamn jî ev tişt qebûl nekiriye. Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye, pêl dest, mil û pêyên wî kirine û kincên wî qetandine û jê kirine. Wî jî li hember vê dirûşme berz kirine. Ev çi hovîtî ye."    46 ROJ IN DI HUCREYEKÊ DE YE   Buyuktop, ragihand ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û got: "Selman ragihand ku 6 roj in bi tena serê xwe di hucreyeke 6 metrekareyî de ye. Got, gardiyan hefteyê carekê davêjin ser hucreya wî, kincên wî nivîna wî belawela dikin. Got, lê çi dibe bila bibe dê serî netewîne. 2 meh in tu xeberê ji hevalên xwe jî nagire. Îdareya girtîgehê sûcekî mezin dike. Mafên wî binpê dike. Selamn, dixwaze biçe cem hevalên xwe. Lê nahêlin. Belesebeb 46 roj in di hucreyê de ye. Li vir bi tahdeya derûnî re rû bi rû dimîne."    NAYÊ DERMANKIRIN   Buyuktop, diyar kir ku 2 sal in daxwazên ji bo dermankirinê yên kurê wî nayên qebûlkirin û got: "Ji ber îşkenceyê tahde li çavên wî û guhên wî hatiye. Min du amûrên çokan jê re şandin, lê rihet nebû. Divê bê dermankirin. 2 sal in MR'ya wî nehatiey kişandin. Ji ber ku di dema îşkenceyê de serê wî li dîwêr xistine, zirar gihaştiey serê wî û dixwaze bê dermankirin. Lê wî nabin nexweşxaneyê."    POLÎTÎKAYA XWEKUŞTINÊ   Buyuktop, destnîşan kir ku li girtîgehan ji bo ku girtî xwe bikujin planeke mezin hatiye çêkirin û got: "Ji zû de ye cenaze ji girtîgehan derdikevin. Lê dîsa jî bertek tune ne. Girtî hemû wekî Selamn zarokên min in, hevrêyên min in, xwişk û birayên min in. Ger li hemberî van êrişan deng bê derxistin dê êriş bisekinin. Yan na dê her roj cenaze ji girtîgehan derkevin."