Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin 2022-04-19 09:09:56 ANTALYA - Suleyman Acûn ku ji Girtîgeha Odemîş a Îzmîrê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Alanya ya Tîpa L'yê hatiye kirin, ji ber ku li ber ferzkirina lêgerîna tazî rabûye îşkence lê hatiye kirin.  Suleyman Acûn ê di Girtîgeha Alanya ya Antalya ya Tîpa L'yê de, bi rêya bavê xwe Mehmet Emîn Acûn binpêkirinên mafan ên bi wan re rû bi rû maye ragihandin. Acûn, ragihand ku di 8'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Odemîş a Îzmîrê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Alanya ya Tîpa L'yê hatiye kirin û ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye îşkence lê hatiye kirin.    'BI DARÊ ZORÊ KINCÊN MIN JI MIN KIRIN'   Acûn, ragihandiye ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ji ber ku qebûl nekiriye îşkence lê hatiye kirin û gotiye: "Ez di 8'ê Nîsanê de bi awayekî kêfî hatim sirgûnkirin. Ji xeynî min hevalê min Mehmet Salih jî sirgûnî Girtîgeha Bodrûm a Mûglayê ya Tîpa S'yê hat kirin. Ew girtiyekî nexweş e û niha bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Min jî sirgûnî Girtîgeha Alanya ya Tîpa L'yê kirin. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li min ferz kirin. Ji min xwestin ez kincên xwe ji xwe bikim, lê ji ber ku min kinc ji xwe nekirin li min xistin û bi darê zorê ji min kirin. Ez bi tena serê xwe di qawîşa karantînayê de me. Hin eşyayên min nedan min. Ez ê gilî bikim, ji ber vê sirgûnê. Her wiha ez ê ji ber îşkenceyê jî gilî bikim."    'BILA TAHDE BI DAWÎ BIBE'   Bav Acûn jî da zanîn ku di 15'ê Nîsanê de çûye girtîgehê cem kurê xwe. Acûn, diyar kir ku kurê wî 6 sal û 3 meh in girtiye û heya niha bi dorê di Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa F'yê, di Girtîgeha Odemîş a Îzmîr a Tîpa T'yê maye û niha jî di Girtîgeha Alanya ya Tîpa L'yê de ye. Bav Acûn, anî ziman ku Girtîgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê 13 sal û 6 meh cez ali kurê wî biriye û Dadgeha Bilind jî ev ceza pesend kiriye û ji ber ku tim cezayê dîsîplînê li kurê wî tê birîn pir niakrin hev du bibînin. Bav Acûn got: "Kurê min bi awayekî kêfî hat sirgûnkirin. Ji ber ku ferzkirina lêgerîna tazî ya li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nekiriye hatiye îşkencekirin. Ev pêkanîn dijî mirovahiyê ne. Bila tahde û îşeknceya li girtiyan tê kirin bi dawî bibe."