Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke 2022-04-19 10:02:15 AMED -  Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier anî ziman ku mîmarê dîwarê li Şengalê tê çêkirin, PDK ye û wiha got: “Tu cudahiya vî dîwarî û dîwarê ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê çêkirî ji hev nîne. PDK, bi çêkirina vî dîwarî dixwaze Şengalê dagir bike. Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke.”  Bi vekişîna hêzên PDK’ê ji Şengalê, DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxe sala 2014’an de êrişî Şengalê kir. Di êrişê de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin revandin. Bi destpêkirina komkujiya li Şengalê re hêzên Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin. Di dema operasyonê de di navbera Şengal û Rojava de korîdoreke mirovî vekirin û bi dehhezaran êzdî derbasî herêmên biewle kirin. Bi demê re gelê êzdî hêzên xwe yên parastinê ava kirin û Rêveberiya Xweser damezirand. Piştî ku gelê êzdî xwe bi xwe birêve bir, gelek caran rastî zextên Hikûmeta Iraqê û ya PDK’ê hat. Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê ji bo vala kirina Şengalê gelek caran li hev kir. Herî dawî di 9’e Cotmeha 2020’an de bi “Peymana Şengalê” dest bi polîtikayên berfireh ên li ser Şengalê kirin. Niha jî di çarçoveya vê peymanê de PDK û Hikûmeta Navendî ya Iraqê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîwar çê dike. Ji çêkirina dîwar mebest ew e ku rê li ber êrişên ser Şengalê vekin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier ku demek dirêj li herêmê xebatên dîplomasiyê kiribû, têkildarî “Peymana Şengalê” û dîwarê ku di navbera Şengal û Rojava de tê çêkirin ji ajansa me re axivî.   ‘GELÊ KURD DÎWARAN QEBÛL NAKE’   Parlamenter Îmam Taşçier dest nîşan kir ku bi Peymana Lozanê re Kurdistan bûye çar parçe û welatê kurdan di nava çar welatan de hatiye parvekirin. Taşçier, got ku bi vê yekê re di navbera xaka kurdan de sînor hatin avakirin û wiha domand: “Wan sînoran jî nekarî kurdan parçe bike.  Ji ber ku nekarîn bi wan dîwaran kurdan parçe bikin, vê carê di navbera kurdan de dîwarên şênber çêkirin. Lê gelê kurd wan dîwaran jî qebûl nake. Kurdan tu carî Kurdistan weke çar parçe qebûl nekirin. Di hişê her kurdekî de Kurdistan her yek parçe ye.”   DÎWARÊ EWIL TIRKIYEYÊ ÇÊKIR    Bi domdarî Taşçier bi bîr xist ku piştî şêre navxweyî yê Sûriyeyê, Tirkiyeyê dîwarekî bi dirêjiya 915 km’an çêkiriye. Taşçier, da zanîn ku yekemîn car e ku di nava xaka kurdan de dîwar tê çêkirin û ev jî nîşaneya polîtîkaya mêtingeriyê û dijminatiya li dijî kurdan e.    HIŞMENDIYA TIRKIYE Û PDK’Ê   Di berdewema axaftina xwe de Taşçier balkişand ser dîwarê ku ji aliyê PDK’ê ve di navbera Rojava û Şengalê tê çêkirin û ev nirxandin kir: “Ew partiya ku ji xwe re dibêje ez partiya Kurdistanî me îro wê siyaseta dîwar didomîne. Her çiqas Şengal bi fermî giredayî Hikumeta Iraqê be jî ew der axa kurdan e. Heta PDK nepijirîne, hikûmeta Iraqê nikare wî dîwarî çê bike. Ji xwe PDK jî li hemberî çêkirina dîwar bêdeng e. Ev jî nîşan dide ku li hev kirine. 2 sal berê jî peymaneke bi vî rengî hebû. Bi têla direhî xwestin her du aliyan ji hev qut bikin. Lê ji ber ku gel bertek nîşan da, vê carê dikin dîwar çêbikin. Çêkirina vî dîwarî daxwaza Tirkiyeyê ye. Ji ber ku bandor wê hem li ser hikûmeta Iraqê û hem jî başûrê Kurdistanê heye. Tu cudahiya vî dîwarî ji dîwarê Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê çêkiriye nîne.”     ‘PDK PÊŞENGTIYA ÇÊKIRINA DÎWAR DIKE’    Bi domdarî Taşçier bi lev kir ku PDK destkeftiyên kurdan tune dike û wiha domand: “Tu sûdeke siyaseta dîwar ji partî û rêxistinên kurdan re nîne. Heke PDK an jî partiyeke din a kurd li dijî destkeftiyên kurdan tevbigerin, dê statûya wan jî ji dest biçe. Divê em kurd tevek statûya Rojava weke çavê xwe biparêzin. Heke statûya Rojava têk biçe, dê ya Başûr jî têk biçe. Yên ku li hemberî çêkirina dîwar dernekevin, ev tê wê wateyê ku ew jî tev li vê siyasete dibin. Lê xuyaye ku PDK pêşengtiya çêkirina dîwar dike. Ev jî, dagirkerî ye.”    ‘PDK’Ê AXA KURDISTANÊ PÊŞKEŞÎ TIRKIYEYÊ KIR’   Taşçier, diyar kir ku Tirkiye hezeke dagirkere û heta niha ketibe ku dere, ji wir derneketiye. Taşçier, bi domdarî Hatay û Qibris weke mînak nîşan dan û wiha pê de çû: “Tirkiye kete van deveran û êdî jê derneket. Tirkiye dê ji qereqolên li Başûr jî dernekeve û her ku diçe dagirkeriya xwe berfirehtir dike. Em di vê mijarê de PDK’ê hişyar dikin û dibêjin ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê nekin. PDK axa Kurdistanê pêşkeşî Tirkiyeyê dike û ev nayê qebûlkirin û efûkirin. Haya wan ji dîroka welatê wan nîne û Tirkiyeyê jî nas nakin. Heke kurdan yekitiya xwe ava bikira, niha di vê rewşê de nedibûn. Dê ji hevkariyên Tirkiyeyê yên bi PDK’ê re tu carî encamekî baş bo PDK’ê dernekeve. Ji ber ku Tirkiye li Bakur zimanê 25 milyon kurdan înkar dike. Baş e lê di rewşeke wiha de dê çawa parçeyeke din a Kurdistanê qebûl bike?”   ‘PDK DIXWAZE KURDAN JI HEV QUT BIKE’   Di dawiya axaftina xwe de Taşçier gotina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar ku digot; “Li ser rûyê dinyayê cihekî bi navê Kurdistanê tune ye û dê tu carî tune be jî” û ev tişt anî ziman: “Bi vê dijmintiya xwe dê çawa mafê xelkê Başûr û PDK’ê biparêze? Teqez dê neparêze. Xuyaye ku ew polîtiyan dîwar jî raste rast a Tirkiyeyê ye. Bi vê siyasete xuya dibe ku PDK dixwaze kurdan ji hev qut bike. Ji ber vê siyaseta dîwar, dê PDK di dîrokê de tu carî neye efûkirin.”