Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin 2022-04-19 11:15:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê gefeke berçav a li ser ewlekariya neteweyî ye û ew ê qebûl nekin.    Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.   Salih destnîşan kir ku ew  êrişên Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û wiha got: "Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwe. Êrişên ku tên kirin li gel dijberiya me jî pêk hatin. Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan me bang kiribûn."   Salih ji bo çareserkirina pirsgirêkan banga diyalogê kir û got: "Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê bêne çareserkirin. Me ji bo vê jî gelek caran bang kir. Em êrişên dewleta Tirk red dikin û qebûl nakin. Em li bendê ne ku hurmetê nîşanî mafên me yên serweriyê bidin. Polîtîkaya me ya derve û biryarên me yên dewleta Iraqê êrişên dewleta Tirk teqez red dikin. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin."