Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye? 2022-04-19 11:21:37   ÊLIH - Hevjîna Beşîr Yildirim ê 80 salî ku li gundê Timoqê hatibû girtin, Mahbet Yildirim diyar kir ku tu sûcekî hevjînê wê nîne û wiha got: “Çi karê kesekî 80 salî di girtîgehê de heye?”    Hêzên artêşa Tirkiyeyê di 31’ê adarê de li gundên Timoq, Kêl Hezna û Elqîs ên Hezo ya Êlihê operasyoneke leşkerî dabûn destpêkirin. Operasyona leşkerî di roja 20’an de berdewam dike. Di heman demê de leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Di dema serdegirtina malan de leşkeran li 15 kesan xistin û binçav kirin. Ji binçavkiriyan 3 jê hatin girtin. Li gundê Timoqê ku tenê 36 mal lê hene, ji bilî kar û barên nexweşxane û pêdiviyên bingehîn, leşker nahêlin welatî bi tu awayî ji gund derkevin û kesekê ne ji wir bikeve gund.    Yek ji welatiyên hatibûn binçavkirin û piştre hatiye girtin jî Beşîr Yildirim ê 80 salî ye ku di heman demê de nexweşê bronşîtê ye. Hevjîna Yildirim, Mahbet Yildirim bertek nîşanî girtina hevjîna xwe da û wiha got: “Çi karê mirovekî 80 salî di girtîgehê de heye? Ez dixwazim ku hevjînê min were berdan.”      'ÇI KARÊ KESEKÎ 80 SALÎ DI GIRTÎGEHÊ DE HEYE?’    Mahbet Yildirim, da zanîn ku di sala 1993’yan di dema şewitandina gundan de neçar man ku ji gundê xwe koç bikin û wiha domand: “Em sê salan li gundê Qehwecî man û di sala 96’an de dîsa vegeriyan gundê xwe. Di 31’ê adarê roja pêncşemê de bi sedan leşkeran ser gundê me de girtin. Em her du kal li gund diman. Leşkeran her devera gund dorpêç kirin. Tu sûcekî me nebû lê ev yek bi serê me anîn. Di wê demê de neheqî li hevjînê min kirin û du caran binçav kirin. Di cara sêyan de jî hate girtin. Erê baş e çi karê kesekî 80 salî di girtîgehê de heye? Bi rojî ye û bi vî halî xistin hefsê. Heke sûcekî wî hebûya dîsa mirov tiştek nedigot lê sûcekî wî nîne.”    'EW BIRIN Û EZ BI TENÊ HIŞTIM’   Bi domdarî Yildirim anî ziman ku li gund bi hevjînê xwe re du çêlek xwedî dikirin û wiha got: “Me debara xwe bi wan çêlekan dikir. Piştî ku hevjînê min hatiye girtin, min jî çêlekên xwe bi erzanî firotin. Ji ber ku min nedikariya sexbêra wan bikim. Em du kesên kal bûn û nexweş in. Tu sûcekî me nîne. Tu sûcekî hevjînê min nîne. Wî tiştek nekiriye. Ew girtin û ez jî ev 3 roj in bi tena serê xwe me. Di nava van her sê rojan de ez giriyam. Ez nexweş im û nikarim nanê xwe jî bipêjim. Hefteyek berê ji ber nexweşiyên xwe ez neçar mam ku biçim nexweşxaneyê. Min ji fermandar re got; ‘Min mala xwe nebiriye, diçim nexweşxaneyê. Mala min li vê dere ye û tije tiştin. Ez ê biçim û dîsa vegerim.’ Pişik û gurçikên min diêşin. Em kesên kal in. Rewşa me ya tenduristiyê baş nîne.”    'BILA WAN BERDIN Û EM JÎ VEGERIN GUNDÊ XWE’    Di berdewamê de Yildirim da zanîn ku gelek nexweşiyên hevjînê wê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevjînê min gelek kal û nexweş e. Bronşîta wî heye. Carnan serê wî dizivire. Sûcekî wî tune ye. Dixwazim hevjînê min were berdan û em vegerin gundê xwe. Tenê dilopeka ava gundê me jî li min xweş tê. Em kesên kal in û zarokên me dixwestin em bi wan re bijîn. Lê ez ji ber gundê xwe, ji ber ava gund neçûm. Ji me re digotin; ‘hûn nikarin li xwe binêrin û werin cem me.’ Lê em ji gundê xwe hez dikin. Hevjînê min xistin zindanê û ez jî bi tenê mam. Ya ku tê kirin neheqî ye.”   Ji şêniyên gundê Timoqê Yahya Karabaş di dema operasyonê de hatibû binçavkirin. Leşkeran poşet xistibûn serê Karabaş û 4 rojan ew îşkence kiribûn. Karabaş piştre hate berdan lê di 11’ê nîsanê de dîsa bi îdiaya “di lêpirsîna dosyayê de delîlên nû hatine dîtin” cara 3’yemîn hate binçavkirin. Dadgeriya Cezayên Silhê jî bi sûcdariyên “çeka bêruxset pê re hebû”, “Endamtiya rêxistinê” û ji ber teqemeniyên li nêzî mala wî hatiye dîtin jî bi sûcdariya “teqemenî pê re hebûn û peyda kirine” biryara girtina wî da û şande girtîgehê.   MA / Eylem Akdag - Fethî Balaman