‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’ 2022-04-19 11:23:34   EDENE - Rojnamevan Îbrahîm Karakaş, diyar kir ku li girtîgehan mafê tedawiyê tê astengkirin û politikaya “kuştinê” ya demdirêj tê meşandin.    Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, binpêkirinên mafan, pêkanîn keyfî û zextên li girtîgehê bi rêya nameyekê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re parve kirin. Karakaş, bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê ku demên dawî de gihiştin asta herî jor û wiha got: “Desthilat her ku tengav dibe ewilî êrişî girtiyan û girtîgehan dike.”   MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Karakaş, destnîşan kir ku li girtîgeha ku lê tê ragirtin binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin û ragihand ku hewl didin van pêkanînan bi saziyên têkildar re parve bikin lê bi astengiyên idariye girtîgehê re rûbirû dimînin. Karakaş, diyar kir ku ji ber lêgerîna nava dev û mûayeneya bikelemçe qebûl nakin mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin.    Karakaş, da zanîn ku ji ber mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin rewşa tenduristiyê ya girtiyan ber bi xerabiyê ve diçe û wiha got: “Hin nexweşiyên kronîk û yên din ên hevalên me hene. Ez û hevalên me yên ku nexweşiyên dil, gurçik, mîde, rûvî, bêhntengî, KOAH, tumor û gelek nexweşiyên din bi wan re hene gelek caran tevî ji aliyê revîra girtîgehê ve sewqî nexweşxaneyê hatin kirin jî ji ber ev pêkanînên bêrûmet me qebûl nekirin sewqkirina me ya nexweşxaneyê ji aliyê cendermeyan ve bi awayekî fîîlî tê astengkirin. Serlêdan û giliyên tên kirin bi hêceta mevzûatê bêencam tên hiştin. Ev jî cesaretê dide kesên van pêkanînan li me ferz dikin.”   MALBAT DI BIN XETEREYÊ DE NE   Karakaş, ragihand ku bi hinceta bergiriyên pandemiyê mafê wan ê makeqanûnî tê astengkirin, serlêdanên wan nayên qebûlkirin û da zanîn ku bi tu faaliyetên civakî sûdê nawergirin û mûxataban nabînin. Karakaş, têkildarî binpêkirinên mafan ên diqewimin ev agahî parve kirin: “Li odeyên ku ser cihê hewadarkirina wan hatine têl kirin, em tên tecrîdkirin. Hemû odeyên me ji hev cuda ne û dûrî hev in. Korîdorên em lê ne û li odeyên rex me komên dijber ên weke DAÎŞ û FETO’yê hene. Ev rewş gelek caran bingeha provokasyonê dide avakirin û me bi hev re derdixînin hevdîtinên vekirî û bi vê yekê ewlehiya canên malbatên me dikeve bin xetereyê. Serlêdanên ku em têkildarî mijarê dikin, bi awayekî keyfî tên redkirin.      Weke tê zanîn gelek hevalên me demên dirêj di zindanan de ne û bi awayekî keyfî bi kîlometreyan ji malbatên xwe tên dûr xistin. Ev rewş hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatan zehmetiyên maddî û manevî dide avakirin. Û girtiyan têxin odeyên ku rêveberiya girtîgehê diyar kirine. Ev rewş gelek caran ji bo saet û roja hevdîtinê dibe pirsgirêk û daxwaza guhertina odeyê jî nayê qebûlkirin. Ev jî rê li ber mexduriyetê vedike. Daxwazên sewqkirinê jî gelek caran ji ber cezayên dîsîplînê yên bi awayekî keyfî bi ferzkirina ‘rewşa baş’ nayên qebûlkirin.   VEGERANDINE TICARETXANEYÊ   Pirsgirêkên aboriyê ku hûn jî li derve ji nêz ve dişopînin bandoreke nebaş li zindanan jî dikin. Girtiyên ku bi piştgiriya malbat û xizmên xwe pêdiviyên xwe bi cih tînin ji ber bihayê zêde zehmetiyê dikişînin û tên mexdûrkirin. Li zindana ku em lê dimînin di hin tiştan de ji sedî 300 heta 400’an biha hatiye zêdekirin û her tişt tê zemkirin. Pirsgirêkeke din jî bi qanûna hatiye derxistin ji bilî ‘ronîkirinê’ bedelê ceyrana tê bikaranîn ji girtiyan tê girtin. Ji sedî 127 zemê 2 qet heq ji girtiyan tê tahsil kirin. Piştî serlêdanan em hîn bûn ku girtîgehên ku weke mekan tên bikaranîn di statuya ‘TICARETXANEYÊ’ de tên bikaranîn û bi vî şiklî fature tên amadekirin.    SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ PEJIRANDIN   Dîsa li aliyê din bi mûameleyên di beşa ‘qebûlkirina mehkuman’ a di ketina girtîgehê de, girtiyên ji girtîgeheke din tên sewqkirin an jî hevalên me yên nû tên girit ‘lêgerîna tazî’ tê ferzkirin û mûdaxileya devkî û fîzîkî li hevalên me yên van sûcê mirovahiyê qebûl nakin dikin. Dîsa li hevalên me yên li dijî vê pêkanînê derdikevin û li ber xwe didin cezayên dîsîplînê tê birîn û ji giliyên me yên derbarê personelan de bi biryara ‘hewceyî bi pey ketinê nîne’ sûcên mirovahiyê ji aliyê sazî û dezgehan ve tê pejirandin.    BANGA HESTIYARIYÊ    Di mehên dawî de li zindanan ji ber mafê astengkirina tedawiyê gelek girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest didin. Her roj ji ber van polîtîkayên derveyî mirovahiyê girtî jiyana xwe ji dest didin. Li girtîgeha em lê tên ragirtin hevalên me yên ku zêdetirî 20-25 sal in di girtîgehê de ne û nexweşiyên wan ên giran hene bi van polîtîkayan re rûbirû tên hiştin ku jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê yekê ji neyîniyên ku derkevin holê hemû saziyên têkildar berpirsyar in û em dixwazin raya giştî jî di vê çarçoveyê de hestiyar be. Em bi rêya we xebatkarên çapemeniyê yên rêzdar dengê xwe radigihînin û ji saziyên sivîl ên civakî dixwazin ku hesas û hestiyar tevbigerin. Dema em van pirsgirêkan radigihînin weke girtiyên di zindanan de em rojnamevan jî bi heman pirsgirêkan dijîn.” MA / Hamdullah Yagiz Kesen