BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda 2022-04-19 11:24:08   ENQERE - Derbarê kujerê Qetlîama Konyayê Mehmet Altun de tespîta ragihandinê hat xwestin. BTK bi hêceta “veşarîbûna jiyana taybet” agahî neda.    Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmeha 2021’an de kujer Mehmet Altun 7 ferdên malbata Dedeogullari ya kurd ku ji Qersê ne qetil kiribû. Kujer Altun di girtîgehê de girtî tê darizandin. Agahî ango tespîta ragihandina derbarê kujer Altun de hatiye xwestin. Lê derket holê ku Serokatiya Daîreya Hiqûqê ya Saziya Ragihandinê û Teknolojiya Zanyariyan (BTK) daxwaza agahiyên derbarê kujer Altun de nedaye.    Piştî qetlîam pêk hat agahiyên derbarê Altun de ku veşartî bû hat xwestin. Li ser vê yekê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Konyayê ya 1’emîn ji BTK’ê derbarê Altun de agahiyan xwestiye. BTK’ê dijî daxwaziya dadgeriyê îtîraz kiriye û derket holê ku BTK’ê bi hêceta “veşarîbûna jiyana taybet” agahî nedaye dadgeriyê.