Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye! 2022-04-19 13:46:56   ÊLIH - Alaattîn Demîr ê li Girtîgeha Qubînê tê ragirtin ragihand ku ji ber beşdariya wî ya şîna kekê wî hat astengkirin û protesto kiriye, li cihek bêkamera îşkence lê hatiye kirin.    Alaattîn Demîr (30) ê li Girtîgeha Qubîna Êlihê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin, xwestiye tevli merasîm û şîna kekê xwe Reşat Demîr ku jiyana xwe ji dest dabû bibe. Alaattîn Demîr bi rêya kekê xwe û parêzerê wî Aydin Demîr ragihand ku ji ber wî astengkirina xwe ya tevlibûna şîn û merasîmê protesto kiriye bi îşkenceyê re rûbirû maye. Aydin Demîr derbarê mijarê de agahî da û got: “Kekê min Reşat Demîr di 13’ê nîsanê de wefat kir û Alaattîn jî xwest tevli merasîmê û şînê bibe. Lê destûr nedan. Wî jî vê astengiyê protesto kiriye. Birayê min hildane cihek bêkamera û îşkence lê kirine.”    ‘DIVÊ ÎŞKENCEKAR BÊN CEZAKIRIN’   Demîr anî ziman ku bûyer di 14’ê nîsanê de qewimî ye û divê îşkenceyên bi vî rengî bêceza nemînin. Demîr diyar kir ku îşkenceya li birayê wî hatiye kirin di rapora doktor de jî hatiye belgekirin û divê kesên vê îşkenceyê li kekê wî kirine werin cezakirin.