YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye 2022-04-19 14:38:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Polîtburoya YNK'ê Arêz Abdûllah, ji êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê PDK'ê berpirsyar girt û ev tişt got: "Ev polîtika ji bo Tirkiyeyê, ne polîtîkaya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."   Êrîşa ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin, roja duyemîn de berdewam dike. Li dijî êrişa Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve bertek tên nîşandan. Endamê Polîtburoya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Arêz Abdûllah, bertek nîşanî êrişê de da û diyar kir ku ev polîtîka ne polîtîkaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Abdullah, derbarê êrişa Tirkiyeyê ya ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê de ji Rojnews re axivî û diyar kir ku Tirkiyeyê dest bi dagirkirina başûrê Kurdistanê kiriye û got ku wê bi êrişê ne Pirsgirêka Kurd çareser dibe ne jî Tevgera Azadiyê xelas dibe.    'PDK NEBE NE HÊSAN E TIRKIYE ÊRIŞ BIDE DESTPÊKIRIN'   Derbarê hevkariya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê de jî Arêz, destnîşan kir ku heke alîkariya PDK'ê nebe ne hêsane ku Tirkiye ev êriş bide destpêkirin û wiha got: "Ev siyaseta niha ya li gel Tirkiyeyê, ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye. Ne siyaseta Hikumeta Herêma Kurdistanê ye jî. Tenê siyaseta PDK’ê ye, baş yan xirab PDK berpirs e. Ev êriş piştî serdana Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê pêk hat. Tirkiye niha jî girîngiyê nade statûya Herêma Kurdistanê. Heke fikra Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Kurdistanê bi vî awayî be divê em çawa bin?"   'ERIŞ JI BO PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ METIRSÎ YE'   Di berdewama axaftina xwe de Abdullah, diyar kir ku ew li bendê bûne di mehên biharê de ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd di navbera Tirkiye û PKK’ê de guftugoyek dest pê bike û derbarê mijarê de ev tişt got: "Çareserkirina Pirgirêka Kurd di berjewendiyên Tirkiye û gelên Tirkiyeyê de ye. Lê dîsa xetayên berê tên dubarekirin. Êriş hem xesarê dide xelkê herêmê hem jî ji bo Tirkiyeyê baregehên xwe li herêmê bi cih bike dibe hincetek. Tirkiye çûbe kuderê, li wir dimîne. Ev êriş ji bo pêşeroja gelê kurd gelek metirsî ye. Di heman demê de li ser Herêma Kurdistanê, statûya Hikûmeta Herêmê û PDK’ê jî metirsî ye."