Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin 2022-04-19 16:34:04   ŞIRNEX - Li Çiyayê Bestayê cerdevan di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin.   Li gel destpêkirina operasyonê Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li herêma Botanê jî birîna daran dest pê kir. Cerdevan wek her sal di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin. Di dîmenek ku ji qadê hatiye girtin de xuya dike ku darên kevnare tên birîn. Par jî li heman herêmê bi hezaran dar hatibûn birîn û li derveyî bajêr hatibûn firotin.