Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede 2022-04-19 16:37:52 ÎZMÎR - Li Îzmîrê malbatên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin bertek nîşanî şerê li bijî Başûrê Kurdistanê dan û malbatan got dê ev şer jî encamê nede.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 48’emîn de berdewam dike. Malbat li ber avahiya Baroyê kom bûn. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Karabaglara Îzmîrê serdana malbatan kirin.    ‘WÊ EV ŞER JÎ ENCAM NEDE’    Di Nobeda Edaletê de malbatan bertek nîşanî şerê li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin dan. Hanim Yildirim a hevjîna Abdulbahrî Yildirim ê 29 sal in girtî ye axivî û bertek nîşanî şerê li dijî başûr da. Yildirim destnîşan kir ku bi vî şerî kurdan biqedînin û got: “Lê viya baş bizanibin, kurd bi şer naqedin. Wê ev polîtîkayên zextdarî û şer jî tu encamê nedin. Wê kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin. Divê tavilê şer bê sekinandin.”    BERXWEDAN MAYE    Hevserokê HDP’a Karabaglarê Îsmaîl Başçi jî anî ziman ku ji bilî berxwedanê tu rêyek li ber kurdan nameye û çawa şerên din bêencam man dê ev şer jî bêencam bimîne.