Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin 2022-04-19 16:44:03 ENQERE - Parastina li dijî doza girtinê ya HDP’ê hat amadekirin, pêşkêşî AYM’ê hat kirin.  Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê û grûba hiqûqnas a "Em HDP'ê diparêzin", parastina derbarê doza girtina HDP'ê de ku amade kiribûn, ji bo ku dosyeya parastinê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bikin çûn avahiya wê û dosye pêşkêş kirin.      Piştî berpêşkirina parastinê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Umît Dede, anî ziman ku ev doza girtinê xeleka dawî ya zextên piştî sala 2015'an ön li hemberî HDP'ê hatin destpêkirin bi xwe ye. Dede, bibîr xist ku piştî îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hat nivîsandin hat qebûlkirin, parastina xwe ya ewil berpêşî AYM'ê kirine û îro jî li dijî mutalaayê parastina xwe ya derbarê esasê de berpêşî dadgehê kirine.    Dede, destnîşan kir ku di parastina xwe de her tişt rave kirine û yeko yeko bersiva hemû angaştên dozger dane.   Dede, bilêv kir ku ev îdianame dijî hiqûqê ye û wekî belgeyeke siparîşkirinê bi Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hatiye amadekirin.