Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin 2022-04-19 21:06:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh êvarê li Kampa Holê rastî cenazeyên 3 jinan hatin.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh êvarê cenazeyê jineke Iraqî ya bê can li beşa yekem a Kampa Holê ya ku penaberên iraqî lê dimînin dîtin. Di beşa çaremîn de jî cenazeyên 2 jinan ên ku ew avêtine kêleka mizgeftê, hatin dîtin.   Di beşa yekemîn de cenazeyê jina bi navê Sûriye Ewad Iwêd hat dîtin ku di sala 1982'an de li Baacê ji dayik bûye û bi sê guleyan hatiye qetilkirin. Hat diyarkirin ku 2 jinên din ên nasnameya wan nehat zanîn jî bi çekan hatine qetilkirin.   Çavkaniyekî ku nexwest navê xwe aşkera bike got, ev sûc ji aliyê çeteyên jin ên ku hewl didan fikrên DAIŞ'ê li kampê belav bikin, hatiye kirin.    Li gorî daneyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji destpêka sala 2022’an heta niha 9 welatiyên Sûriye, Iraq û ji welatên din li kampê hatine kuştin. Piraniya bûyeran bi amûrên birînê pêk hatine.