Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye 2022-04-20 09:00:56 WAN - Waniyan bertek nîşanî PDK'ê dan û gotin: "Haya wê jê tune ku xwe qedandiye. Dê gelê kurd bi ser bikeve û PDK jî winda bike." Xelkê Wanê bertek nîşanî Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ku di operasyona derveyî sînor a li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê de alîkariya Tirkiyeyê dike, da.     Adnan Edîş, diyar kir ku PDK ku partiyeke eşîrekê ye li gor berjwendiyên malbatî tevdigere û got: "Di şer de sûcê li hemberî mirovahiyê dike. Şer tiştekî bi dest kesî naxin. Tew gava ev şer di navbera kurdan de be, qethiyen destkeftiyek wê tune ye. Polîtîkaya siyasî ya giştî ya PDK'ê, bi pergala eşîrê û bi temamî li ser asasên berjwendiyên malbatî tê kirin. Ez bawer nakeim têkoşîna gelê kurd di etra wan de be. Dixwazim ji malbata Barzanî re bibêjim; bila li rewşa gelê kurd mêze bikin û li gor wê tevbigerin. Divê zirarê nedin destkeftiyên kurdan û xwedî li yekîtiya neteweyî derkevin. Îro ro herêmeke federal bi rê ve dibin û derfetênw an hene. Lê mixabin tu xebateke wan a ji bo yekîtiya neteweyî tune ye."    PDK NE PARTIYA KURDAN E   Cabbar Alp jî destnîşan kir ku PDK ne partiyeke kurdan e û divê her kes bertek nîşanî vê operasyonê bide û wiha got: "PDK, bi salan e bi hin dewletan re li hemberî kurdan şer dike. Êdî divê em vê polîtîkaya PDK qebûl nekin. Kurd li ku tiştek bi dest xistibin, PDK jî ji bo ev destkeftî ji dest biçin çi ji destan tê dike. Gelê me dê bersiva îxanetê û tevkaran bide. Gelê kurd dê bi ser bikeve û PDK jî winda bike."    Bîlal Aksiz jî anî ziman ku polîtîkayên PDK'ê zirarê didin kurdan û got: "Malbata Barzanî, ji bo têkoşîna gelê kurd bitepisîne polîtîkayên dijehlaqî dike. Ji ber van polîtîkayên xwe tu qîmeta wê li bara gelê kurd nemaye. Demildest divê dev ji vê polîtîkayê berde, yan na dê xwe biqedîne."    Îsmet Kûrt jî destnîşan kir ku PDK zirarê dide kurdan û got: "Bang li malbata Barzanî dikim; êdî bila ev şer biqede. Êdî em naxwazin em bimirin. Qey nizanin dê bi vî awayî dawî li xwe bînin? Em şerê wan ê li hemberî kurdan qebûl nakin. Demildest divê bi dawî bibe."    HER KES DIZANE BARZANÎ NIZANE   Abdullah Ozbek jî bi lêv kir li li bara kurdan tu qîmeta PDK'ê nemaye û got: "Malbata Barzanî divê ji bo parastina nirxên gelê kurd şer bike. Ger PDK wisa bidomîne dê xwe biqedîne. Divê guh li gelê kurd bike. Her kes dizane gelê kurd doza çi dike, lê Barzanî nizane."    MA / Hakan Yalçin