Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in 2022-04-20 09:00:57 RIHA - Rojnamevan Denîz Aydin ku êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê nirxandin got di vê operasyonê de heya niha gelek leşkerên Tirkiyeyê mirin e.  Operasyona Tirkiyeyê ya di 23'yê Nîsana 2021'ê de li Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin didome. Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) piştgiriya vê operasyonê kiribû. Lê di êrişên di 17'ê Nîsana 2022'yan de dest pê kirin de rasterast cih girt. Operasyon li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ji hewayê ve didome û PDK jî leşker sewqî herêma Kurêjaro kirin. Li gor daxuyaniyên Hêzên Parastina Gel (HPD), di roja ewil de 28 eskerên tirk mirine û 2 helîkopter jî derb xwarine.  Rojnamevan Denîz Aydin ku ji zû de ye li Herêma Kurdistana Federe rojnamevaniyê dike operasyona ku di 17'ê Nîsanê de bi tevkariya PDK'ê dest pê kir ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ‘DEWAMA OPERASYONA 23'YÊ NÎSANÊ YE'   Aydin, diyar kir ku operasyona hatiye destpêkirin dewama operasyona ku di 23'yê Nîsana 2021'ê de ye ku li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê hatiye destpêkirin û ev êriş nêzî salek in didomin. Aydin, anî ziman ku nêzî salek in êriş nesekinîne û di 17'ê Nîsanê de dijwartir bûne.    ‘PLANA HERÊMA TAMPON PÛÇ BÛ'   Aydin, destnîşan kir ku Tirkiyeyê heya niha tişta xwestiye bi dest nexistiye û got: "Çendî operasyon par dest pê kiribe jî, lê êriş 7 sal in bênavber didomin. Tirkiyeyê pereyeke zêde xerc kiriye ji bo vê operasyonê. Par stratejiyeke Tirkiyeyê hebû ku herêmeke tampn çêbike. Armanca wê şerekî dijwar bû li Heftanîn û Xakurkê. Ew lêgerîna wê ya ku dixwest herêmeke tampon a Zap û Metînayê jî di xwe de dihewîne çêbike ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hat pûçkirin. Planine berireh hatibûn çêkirin. Êriş qethiyen ne operasyonine loqal bûn. Armanc hemû qadên parastina Medyayê bûn. amadekarî hebûn, lê bûn fiyasoko. Tirkiye ne li benda tiştekî wiha bû."    Aydin, destnîşan kir ku li paşperdeya êrişên di 17'ê Nîsanê de dest pê kirin "planeke sê astî" heye û got: "Asta ewil, herêma Biradostê bi temamî ji PKK'ê bê xalîkirin. Asta dudoyan, bi temamî bidestxistina herêma Garê ye. Asta sisêyan jî dorpêçkirina Qendîl e. Ji bo pêkanîna vê planê jî PDK wekî piyon tê bikaranîn. Êrişên ji bo pêkanîna vê planê di roja 4'an de didomin, lê li hemberî van êrişan berxwedaneke pir mezin jî heye."    ‘PDK, LI DÛ PROVAKASYONA YE'   Aydin, diyar kir ku PDK gelek hêzên xwe ber bi herêmê ve şandine û saleke jî li dû "provakasyona" ye. Aydin, destnîşan kir ku PDK di vî şerî de xwedî roleke çalak e û got: "PDK, tevî Tirkiyeyê hin yekîneyên hevpar ava kirin. Ji bo balafirên şer îstixbaratê berhev dike. Gelek sîxur li herêmê bi cih kirine. PDK, bi awayekî giştî ne di navenda şer de be jî, lê piştgiriya wê pir eşkere ye. Niha hêzên xwe sewqî gelek cihwan dike."    ‘PDK, TEŞHÎR BÛYE'   Aydin, belgeyên derbarê semyana malbata Barzanî yên ku malpera bi navê The American Prospectê ew weşandin bibîr xistin û got: "PDK, li herêmê teşhîr bûye. Hem ji ber gendeliya xwe hem jî ji ber piştgiriya dide Tirkiyeyê li bara gel qediyaye. Ev yek, di hilbijartinên dawî de derket holê. Tu hêviyeke gel ji PDK'ê tune ye. Êdî ji partiyeke siyasî wêdetir, malbata Barzanî heye. Bertekine pir mezin li hemberî wan hene. Lewma ji bo xwe ji vê rewşê xelas bike ketiye nava hin hewldanan. Ji bo serokkomartiya Iraqê namzet danî, lê bi ser neket. Niha beranberiya wê ya siyasî cihê nîqaşê ye. Ew binpêkirinên mafan ên ku Tirkiye tîne serê gel, PDK jî heman tiştî li Başûr dike. Polîtîkayine çewisandinê yên gelekî mezin hene. Gel, diyar dike ku PDK di nava îxanetê de ye."    BERTEKÊN GEL   Aydin, anî ziman ku ji ber operasyonên li herêmê bi sedan gund vala bûne û welatiyên li herêmê jî hatine sirûgnkirin. Aydin got: "Gel pir hêrs bûye. Bax û baxçeyên wan hatin talankirin. Ji ber bombeberanan zirar gihaşt gelek kesan. PDK, ji bo parastina van mirovan tu tişt nekir. Bûn sedem ku ev hêrs li gel peyda bibe. Di rojên pêş de dibe bertekên pir mezin rû bidin. Gel cih bi cih bertekên xwe nîşan dide, lê dibe ku di rojên pêş de ev ber bi asteke din ve biçe. Tiştên berê li Şêladizê rû dan, dibe ku niha cardin rû bidin."    ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ   Aydin, bal kişand ser êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê jî û got: "Niha hikûmeteke ku bertek nîşanî êrişên li ser Şengalê bide tune ye. 6 meh in hilbijartin çêbûne, lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Ne siyasî, lê projeyên şexsî hene. Ev proje bi ser nakevin, lewma tim ên nû tên ceribandin. Di vir de ya diyarker helwesta gel e. Bi qasî ku em dişopînin, dê ev polîtîka yek jê jî bi ser nekeve. Xeteke berxwedanê heye û em dikarin bibêjin ku ya bi ser biekve dê ev xet be."    ‘ARMANC TENÊ NE PKK YE'   Aydin, destnîşan kir ku armanca êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê tenê ne PKK ye û got: "Ger şerê niha li qadên parastina Medyayê didome wisa dewam bike, dê berê xwe bide bajaran jî. Êrişên ku ji bo ewlehiya gel talûke. Heya niha Tirkiyeyê gelek binke ava kirine. Tirkiye bi awayekî mayinde li herêmê bi cih dibe. Li qadên stratejîk qereqolan çêdike. Tirkiye heya niha kîjan qad dagir kiribe ji wir derneketiy. Gelek gund hatin valakirin û li van gundan binkeyên eskerî hatin avakirin. Angaştine mezin hene ku tê gotin dê çeteyên ku ew ji Sûriyeyê anîne li van deran bên bicihkirin. Yanî bi awayekî gitşî serweriya Iraqê hedef tê girtin. Yanî ev êriş tenê ne girêdayî qadên parastina Medyayê ne."    48 ESKER JIYANA XWE JI DEST DANE   Aydin, diyar kir ku li gor agahiyên ku wan ji çavkaniyên herêmî girtine di operasyonê de heya niha 48 esker mirine û got: "Li Bamernê nexweşxaneyên seyar hatine avakirin. Cenazeyan tînin van nexweşxaneyan. Me hejmara eskerên mirî bi çavkaniyên herêmî dane teyitkriin. Lê derbarê hejmara birîndaran de agahiyeke zelal tune ye. Lê têg otin gelek birîndar hene. Tirkiye ne li benda berxwedaneke wisa bû. hejmara mirî û birîndarên xwe vedişêre. Tê gotin li Werxelê gelek windahiyên Tirkiyeyê hene. Tê gotin du helîkopterên ku xwestine eskeran deynin vira derb xwarine. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku li vê herêmê helîkopterek hatiye xistin, lê HPG'ê heya niha derbarê vê de tiştek negotiye. Şerekî dijwar heye û gelek windahiyên Tirkiyeyê hene."    MA / Emrûllah Acar