Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin? 2022-04-20 09:57:43 ŞIRNEX - 2 zarokên ku li navçeya Hezexê di encama têqîna cismekî de birîndar bûbûn diyar kirin ku ew naxwazin ev tişt bê serê tu kesî û dan zanîn ku qereqolê ji wan re pirsa ‘Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?’ kiriye. Li gundê Kîwex yê navçeya Hezex a Şirnexê di 14'ê Nîsanê de pismamên hev Sercan E. (13) û Mûrat E. (18) dema ku li heywanên xwe yên windabûyî digeriyan, di encama têqîna cismê ku dîtin de birîndar bûbûn. Piştî ku welatiyên derdorê ferq kiribûn Sercan E. û Mûrat E. bi ambûlansê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Di lingê zarokê bi navê Sercan de şikestin heye û nikare bimeşe. Her du zarokên ku piştî hefteyekê ji nexweşxaneyê derketin, ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Sercan E. û Murat E. diyar kirin ku qereqolê ew sucdar kirine û ji wan re pirskirine ku ew bi daxwaza kê çûnê wê derê?    ‘HIN KESAN GOTIN LI WÊ DERÊ BITEQÎNIN’   Ji zarokan Murat E. yê 18 salî, anî ziman ku piştî birîndar dibin bi derfetên xwe yên herî kêm dengê xwe digihînin welatiyên derdorê û wiha axivî: “Ev bûyer hefteyek beriya niha çêbû. Heywanên me winda bûbûn. Em jî li wan digeriyan. Nêzî qereqolê me cîsmek dît. Me dest avêtê û çend mîtroyan durî xwe avêt. Piştî ku me avêt teqiya. Pişt re em birîndar bûn. Ji ber ku şebeke tune bû, me nekarî kesekî jî bigerin ku werin alîkariya me bikin. Me bang li yekî gundê me kir. Pişt re wan jî ji me re ambulans xwest. Niha rewşa min a tendûristiyê baş e. Roja ewil ji qereqolê leşker hatin û îfadeyê me girtin. Ji me re gotin ‘Hin kesan ji we re gotine wê mayînê bibin wê derê û biteqînin?’ Me jî got tişteke wisa tune ye. Hewyanên me wenda bûbûn, em jî ji ber wê çûn. Pezê me her roj diçe wan deran diçêr e. Herkes jî dizane ku çawa teqiya. Em naxwazin ku êdî vê tiştê bijîn.”   ‘KÊ JI WE RE GOT HERIN WÊ DERÊ’   Sercan E. yê 13 salî jî anî ziman ku ew naxwaze ku careke din heman tiştî bijî û got: “Piştî ku em birîndar jî bûn kesek nehat. Ji ber ku şebeke nedikişand me nekarî ku xwe bigihîjin kesekî. Piştî ku em anîn nexweşxaneyê jî di heman rojê de îfadeyên me girtin. Ji me re gotin ‘kê ji we re gotiye herin wê derê û we li wir çi dikir?’ Ev pirs ji me kirin.”   DERBARÊ BERPIRSYARAN DE WÊ GILIYÊ BIKIN   Bavê Sercan E., Abdullah E. (60), da zanîn ku ew ê derbarê bûyerê de serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin û ev tişt gotin: “Zarokên me li pey heywanan çûbûn. Pişt re rastî cîsmeke beyanî tên. Dibêjin qey leyîstoke. Pê dilîzin. Pişt re jî diavêjin û diteqe. Ji lingên xwe birîndar bibin. Li vir ji ber ku şebeke tune ye, nikarîne xwe bigihînin me jî. Yek ji wan bi zorê hewl dide û diçe cihekî bilind û xwe digihînin me. Pişt re jî em bi hawara wan çûn. Heta seatekî jî leşker bi hewara wan neçûn. Gotin ‘em ê binêrin ka çiye pişt re em ê biçin.’ Pişt re jî ew heta diçin tînin 2 mayinan diteqînin. Pêwîste ku cihên mirov lê hebin mayîn tune bin. Ew der cihê çerandina pezî ye. Em ê jî giliyê wan bikin heta ku encamekê digirin.”   MA / Zeynep Dûrgût