DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê 2022-04-20 10:11:16 AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar çapemeniya azad di nava zor û zextan de ava bûye û wiha got: “Berxwedêriya wê, bûye karektera wê. Rojnamegeriya kurd ruhekî nû da rojnamegeriya cîhanê.”    Rojnameya Kurdistanê 124 sal berê di 22’yê nîsana 1898’an de li bajarê Qahîre yê Misirê ji aliyê Mîqdat Mîdhat Bedirxan ve hat derxistin. Ji ber ku yekemîn rojnameya kurdî bû, di roja me de 22’yê Nîsanê weke roja Rojnamegeriya Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin. Bi munasebeta Roja Rojnamegerên Kurd, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê Serdar Altan ji ajansa me re axivî û got ku rojnamgeriya kurdî ji nava zor û zehmetiyan de derketiye û ev yek bûye şêweyê karektera wê.    ‘HÊZA ÇAREMÎN’   Serdar Altan bi bîr xist ku rojnameger 300-400 sal berê bajar bajar digeriyan û agahî parve dikirin û debara xwe bi vî rengî dikirin. Altan, da zanîn ku ji wê rojê heta niha rojnamegerî gelek guherî û wiha dom kir: “Modernîteya Kapsîtalîst li cîhanê serdest bû û gelek texrîbatên mezin dan avakirin. Çapemeniya azad ev yek sererast kir. Piştî ku dewlet bi girîngiya çapemeniyê hesiyan, weke hêzeke duyemîn, sêyemîn dîtin û bi kar anîn.”    ‘ROJNAMEGERÎ BI BEDELAN AZAD BÛ’   Altan destnîşan kir ku rojnamegerî bi saya bedelên giran xwe gihandiye roja me û hêj jî bi bedeldayînê xwe li ser pêyan digire. Derbarê astengî û zextên li ser rojnamegeriyê de jî Altan ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk qada ragihandin û çapameniyê ji xwe re wek metirsiyekê dibîne û jê ditirse. Kovara Hawar’ê wisa bû, rojnameya Ozgur Ulke wisa bû, rojnameya Ozgur Gundem wisa bû. Nûçeyeke ku ne bi dilê wan an jî di kontrola wan de be, wekî  talûkeyekê dihesibîne, wekî bombeyekî dibîne. Ji ber wê yekê tim dixwaze rojnamegerî di bin kontrola wan de be û derveyî daxwaza dilê wan rojnamegerî neyê kirin.”    KEVNEŞOPIYA SERÎNETEWANDINE   Bi domdarî Altan diyar kir ku hikûmet beriya ku nebaşiyekê bike di serî de êrişî çapamenî û rojnamegeran dike û wiha pê de çû: “Di sala 2016’an de FETO’yê qaşo darbe kir. Bi vê hincetê tevahiya rojname, ajans, kovar û televîzyonên kurdan hatin girtin. Piştre berê xwe dan derdorên muxalîf. Xwestin bi sirgûn û tirsandin hemû çapameniyê bişibînin xwe lê belê kevneşopiya çapameniya azad wekî xwe tevdigere û serî natewîne.”    EM Ê ROJNAMEGERIYEKE XURTIR BIKIN   Di berdewamê de Altan bertek nîşanî êrişên li ser rojnamegerên kurd da û diyar kir ku zêdetirî 60 rojnameger girtî ne, her roj bi 10’an rojnameger rastî tundî û binçavkirinê tên û axaftina xwe wiha qedand: “Doza bi sedan rojnamegeran berdewam e. Rojnamegeriya kurd îro li cîhanê xwedî cihekî sereke ye û ji bo ev yek xurtir û baştir be, çi hewce bike em ê bikin.”