Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira 2022-04-20 11:43:51   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Rihayê name ji Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu re şandin û behsa ger û gefên dozgerê girtîgehê kirin û dozger ji girtiyekî re gotiye, “Heke ez bûma min ê te bi dar ve bikira.”    Lokman Ayebe û hevalên wî yên li qawîşê ku li Girtîgeha Rihayê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê tên ragirtin name ji Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu re şandin û behsa binpêkirinên mafan û zextên li ser xwe kirin.    ‘GEFÊN DOZGER RÊ LI BER XETEREYÊ VEDIKE’    Girtiyan di nameyê de diyar kirin ku sepanên kêfî û bêhiqûqî zêde bûne û wiha hat gotin: “Bi taybetî dozgerê girtîgehê gefên pir cidî li hember me dike û ev yek xeternakî ye. Dozger herî dawî ji hevalek me re got, ‘Heke ez bûma min ê te bi dar ve bikira’. Ev gefa dozger di nav me de rê li ber xetereyên cidî vekir. Berê jî ev dozger lingê xwe bi awayek hişk li erdê xistibû û gefa ‘hûnê bipijin’ li me xwaribû.” Girtiyan di nameyê de destnîşan kir ku gelek mafên wan hatine desteserkirin û ew sûdê ji axaftina bi dîmen a ku nû li girtîgehê ketiye faliyetê nagirin û girtiyên din nîv saet sûdê ji axaftina bi dîmen digirin lê ji bo girtiyên siyasî tenê 10 deqîqe dem tê dayîn. Girtiyan da zanîn ku demek dirêj e revîra diransaziyê li girtîgehê nîne û girtiyên diranên wan diêşe nayên tedawîkirin. Girtiyan got yek ji van girtiyên ku diranek wî jî nîne Celal Erdan ê 70 salî ye û demek dirêje ji îdareya girtîgehê re dibêjin divê diranê protez bê çêkirin lê îdare piştguh dike.    KELÛPELAN NADIN GIRTIYAN    Girtiya diyar kir ku kelûpelên bi kargoyê ji bo wan tên şandin bi gotina, “li kantînê heye” nadin wan û her ku diçe îdareya girtîgehê li hemberî girtiyan sepanên kêfî pêk tîne. Girtiyan got wan xwestiye derbarê binpêkirinên mafan û neheqiyên tên kirin de bi îdareyê re hevdîtin bikin lê îdareyê daxwaza wan bêbersiv hiştiye.