Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne 2022-04-20 12:34:44 KONYA - Derket holê polîsên ku piştî êrişa li dijî malbata Dedeogûllari ji bo parastina malbata Keleş hatin terxankirin, karê çandiniyê yê malbata Keleş kirine, li zarokên wan nêrîne û di bin navê "yewmiyê" de zêrzewat û fikî girtine.  Qeydên hevdîtina girtî û axaftinên li ser telefonê yên li girtîgehê yên Alî Keleş (kurê Velî Keleş) ku ji êrişa li dijî malbata Dedeogûllarî girtî ye ketine dosyaya Komkujiya Malbata Dedeogûllari. Di hevdîtinên ku Keleş bi malbata xwe re kiriye de têkiliya ku polîsên ji bo prastina malbata wî hatine terxankirin bi malbata wî re daniye û gotinên wan ên derbarê malbata Dedeogûllari û parêzerên wan de hene. Malbata Dedeogûllari, piştî êrişa ku di 12'ê gulana 2021'an de li dijî wan pêk hatibû, ji bo parastina xwe daxwaza polîsan kiribû lê ev daxwaza wan hatibû redkirin. Piştî komkujiya ku di 30'ê tîrmeha 2021'an de li dijî malbata Dedeogûllari pêk hatibû, ji bo parastina malbatên bersûcên komkujiyê polîs hatibûn terxankirin. Parêzeran, di danişînan de bal kişandibûn ser neparastina dewletê ya malbata Dedeogûllari.    ALÎ BERSÛC KIRINE Û ZÊRZEWAT Û FIKÎ GIRTINE   Li gorî qeydên axaftinên ku Alî Keleş ji Girtîgeha Hejmar 2 a Afyonkarahîsarê bi malbata xwe re kiriye, polîsên ji bo parastina malbatê wî hatine peywirdakirin, di karê çandiniyê de alîkarî dane malbata wî û di berdilê vê de zêrzewat û fikî ji malbatê girtine.    'KOVAYAN DIKIŞÎNIN Û LI ZAROKAN DINÊRIN'   Di axaftinên di navbera 3'ê îlonê û 20'ê tebaxa 2021'an de ku Keleş bi dayika xwe Fadîmana Keleş re kiriye de Fadîmana Keleş, dibêje ku polîs li nav erd qoveyên wan dikişînin û li zarokên wan dinêrin. Beşên hevdîtinên di 3'ê îlona 2021'an wiha ne:    "Alî Keleş: Polîs çûn?   Fadîmana Keleş: Na çavê min polîs li ber derî ne, bi me re tên nav erd. Dema ku ekîb bin du kes bi wesayîteke din bi me re tên. Dema ku ekîb nebe jî wesayît diçe û li ber derî disekinin. Zêrzewat kom dikin. Em baş in. Şikir ji Xwedê re em çi bibîn."   Hevdîtina 20'ê tebaxa 2021'an:    "Alî Keleş: Hê jî polîs disekinin?   Fadîmana Keleş: Disekinin disekinin, polîs bi me re tên û diçin.    Alî Keleş: Her du jî? Çend polîs hene?   Fadîmana Keleş: Kesên li ber malê li malê dimînin û kesên li vir jî li vir dimînin. Li ber malê ekîbek dimîne, polisek di wesayîtê de dimîne. Dema em gazî dikin jî ew gazî dikin û dibêjin ku wê biçin nav erd û wesayîteke din polîs tên.    Alî Keleş: Baş e, di wesayîtê de rûdinin he?    Fadîmana Keleş: Wele alî me dikin qovayan dikişînin. Li zarokê dinêrin."   POLÎS YEWMIYÊ DIGIRIN   Li ser vê Keleş ji dayika xwe dipirse ku yewmiye didine polîsan an na, Dayika wî jî dibêje ku dide wan û di berdila alîkariyê de zerzewat û fikî dide polîsan.    Her wiha dema ku Keleş, ji dayika xwe re dibêje ku ji bo ewlehiyê li girtîgehê tê girtin jî dayika wî angaşt dike ku malbata Dedeogûlari zexteke zêde li dewletê dike û     'TU ÇIQAS BIXWAZÎ WÊ EWQAS BIMÎNIN'   Axaftina 13'ê tebaxa 2021'an:   "Alî Keleş: Hê jî polîs disekinin?   Fadîmana Keleş: Belê belê disekinin tu çiqas bixwazî wê ewqas bisekinin.   Alî Keleş: Wê demê wê me jî bernedin heta 3-4 mehan.    Fadîmana Keleş: Berxê min ne diyar e, ji bo parastinê herkesî girtine.    Di 24'ê tebaxa 2021'an de jî Alî Keleş bi hevjîna xwe Sûltan Keleş re hevdîtineke girtî dike. Sûltan Keleş ji hevjînê xwe re dibêje ku sûcê bavê wî kirine sutiyê wî û wiha berdewam kiriye: "Hê tiştek nebûye Alî, kesê din pişta xwe da dewletê. Ev hevjîna Mehmet (Altûn) Zehra heye ya di îfadeya xwe de ewk gotiye. Welî hat nav erd. Bi gorma min re li ba firîngiyan axivîn û hatin. Ji min re got pirsa Mehmet kiriye û ji ber wê bavê min di ser bûka me de çûye, le tiştek wisa tuneye. Hatîce li wir dibêje ez jî hebûme û qet tiştek wisa nebûye û apê min jî nehat tiştek nepirsî. Gotiye tenê firingî û belîcanan derman kirine. Nehatine Mehmet nepirsîne. Wisa îfade daye. Her wiha gotiye komên Whatsappê ava kirine. Ji wê bavê min û bûke me gelek di ser de çûne."   'PARÊZER HEWL DIDIN TIRKIYEYÊ TEVLÎHEV BIKIN'   Di axaftina bi hevjînê xwe Alî Keleş re Sûltan Keleş, angaşt kiriye ku parêzer hewl didin Tirkiyeyê tevlîhev bikin.   Axaftina li ser telefonê ya ku di 27'ê tebaxa 2021'an di navbera Alî Keleş û hevjînê wî Sûltan Keleş de pêk hatine jî wiha ne:   "Sûltan Keleş: Ew parêzerê wan heye mirovek bêşeref e.   Alî Keleş: Êêê?   Sûltan Keleş: Herkesî sûcdar dike. dema ku sûcdar neke jî diçe ji polîsan re dibêje ku wiha wiha bûye. Hazar piştre tê ji dozger re dibêje hezar.   Alî Keleş: Xwedê Xwedê   Sûltan Keleş: Ev parêzer hewl daye bibe Serokê Bajar ê HDP'ê.    Alî Keleş: Himm çi zanim çima li cihê vala mirovan sûcdar dike.    Sûltan Keleş: Wele ez jî nizanim. Alî min jî tiştek fêm nekir.    Alî Keleş: Mehmet (Altûn) di îfadeya xwe de çi gotiye?   Sûltan Keleş: Wî di îfadeya xwe de tiştek negotiye, gotiye her tiştî wî kiriye û kesî tiştek nekiriye. Parêzer vê fêm nakin û hewl didin meydanê tevlîhev bikin. Dixwazin Tirkiyeyê ewk bikin."   'DI XESAR DAYÎNA MAL DE ÇI HEYE'   Hevdîna girtî ku di 22'ê cotmeha 2021'an de di navbera Alî Keleş û hevjîna wî Sûltan Keleş de pêk hatiye wiha ye"   Alî Keleş: Weke min ji parêzer gotibû bila sozê xwe bîne cih. Diaxive diaxive lê tiştek naje. Dayik û bavê Mehmet çawa girtine?   Sûltan Keleş: Kes nizane.    Alî Keleş: Li ba parêzer îfadeya wan tuneye?   Sûltan Keleş: Heye de çi zanim niha dozname deket ew temam in.    Alî Keleş: Gelo ji wan çi derket?   Sûltan Keleş: Kes vê nizane, parêzer jî nizane çima derketine. Ji ber şerê din wan girtine ji ber wê doz li we vekirine.    Alî Keleş: Ji bo çi?   Sûltan Keleş: Ji ber wî şerî.    Alî Keleş: Em jixwe wî radizin ya.   Sûltan Keleş: Hûn ji her duyan jî radizin.    Alî Keleş: Temam ji ber wê doza çi vebûye?   Sûltan Keleş: Ji bo xesar dayîna mal.    Alî Keleş: Çi di vir de heye, tiştek tunebû.    Sûltan Keleş: Niha bi nirx bû, tenê ew heye ji bilî wî tiştek din tuneye. Îfade girtin?   Alî Keleş: Girtin.   Sûltan Keleş: Çi girtin.    Alî Keleş: Min got ez jixwe li hundir radiketim. Kuştina ewk heye. Min vegot ku agahiya min tuneye. Jixwe piştî hefteyekê agahiya min jê çêbû. Min got bi salan e bi wî re hevdîtin nakim. Ez xeber nadim ku tiştekî bidim kirin. Ka em binêrin tiştekî din ku bikin tuneye. Em li vir neheqî radikevin. Em ê li dinya din bigirin.   Sûltan Keleş: Xwedayê min heq û neheqan dibîne. Em xwe dispirên Xwedê."   WELÎ KELEŞ KU CANÊ WÎ ACIZ BÛYE QAWIŞA WÎ GUHERTINE   Li gorî hevdîtina ku di 3'ê mijdara 2021'an de di navbera Alî Keleş û xwişka wî Ayşe Keleş de pêk hatiye de Welî Keleş (bavê Alî Keleş) ji ber ku ji rêveberiya girtîgehê re gotiye, 'Canê min aciz dibe' qawişa wî hatiye guhertin.    Qeydên derbarê bûyerê de wiha ye:   "Aşe Keleş: Bavê min wan jî dibêjin ku pirsgirêkeke wan tuneye.   Alî Keleş: Jixwe dema ku cinayet bibe birîndariya mirov dibe mirovê bipirsgirêk, weke qawişa hişbire nîne.   Aşe Keleş: Bavê min wan di qawişa hişbirê de ye.    Alî Keleş: Qawişa hişbirê, çi karê wan li wir heye?   Aşe Keleş: Ji ber ku gotine canê me aciz dibe wan kirine wir. Lê dibêje ku pirsgirêk tuneye. Dibêje baş in. Me jî ji got hûn û Alî hev biparêzin. Dibêje baş e lê tiştek nake. Lê pirsgirêke wisa tuneye. Dema ku polîs hebûne ewk bûye, piştî çûna polîsan pirsgirêkek tuneye. Em rûdinin ka em binêrin."   DOZGER. EZ Ê WAN DI DADGEHÊ DE NÎŞAN BIDIM   Qeydên hevdîtina ku di 8'ê cotmeha 2021'an di navbera Alî Keleş û hevjîna wî Sûltan Keleş de pêk hatiye jî wiha ye:   Alî Keleş: We ji parêzer re got?   Sûltan Keleş:  Dayika min gotiye.   Alî Keleş: Çi kiriye?   Sûltan Keleş: Gotiye wê bigirin û niha dosyayê lêkolîn dike û di dosyayê de tiştek tuneye. Gotiye ku tenê roja dadgehê nadin. Heman dozger jî ji parêzerê me re gotiye ku heke ew dadgeh bûna wê bikira, li ji ber ku ferman je re nayê nikare bike.     Alî Keleş: Kê?   Sûltan Keleş: Dozger.   Alî Keleş: Dozger wisa dibêje de wê demê çima me weke sûcdar girtiye.    Alî Keleş: Tiştê jê têm darizandin gotiye?   Sûltan Keleş: Gotiye ku gotiye.    Alî Keleş: Êêê çi gotiye?   Sûltan Keleş: Dozger jî gotiye wê li benda roja dadgehê bisekinin û wê li dadgehê nîşanî wan bide."   'JI BER KU WE SÛC GITIYE SER XWE HÛN Ê BÊN CEZAKIRIN'   Di hevdîtina ku di 12'ê mijdara 2021'an de di navbera Alî Keleş û Sûltan Keleş de pêk hatiye de Sûltan Keleş, li xwe mikûr hatiye ku hevjînê wê sûc girtiye ser xwe. Hevdîtina di navbera wan de wiha derbasî qeydan bûye:   "Sûltan Keleş: Bavê te tê wê teqez ceza bigirin.   Alî Keleş: Çi dibeje?   Sûltan Keleş: Ji ber ku we sûc girtiye ser xwe.    Alî Keleş: Êêê   Sûltan Keleş: Dibêje wê teqez ceza bigirin. Vê carê tiştek dinuqite dilê min.    Alî Keleş: Na ji xwe re neke pirsgirêk.   'RAZANDINA TE JI 5 SALAN KÊMTIR E'   Sûltan Keleş: Ez dizanim ya di 14'ê çileyê de dadgeh e.   Alî Keleş: Temam herî dereng heta wê çaxê ez ê derkevim tu tiştek neke.    Sûltan Keleş: Tu dibejî neke lê bi Xwedê ez ditirsim.    Alî Keleş: Ya herî dawî ji ber min li vir digirin 12 hefte bide jî wê di wî de daxistin çi bibe û dakeve 5-6 salan. Wê razana min xelas bike.    Sûltan Keleş: Di binî 5 salan de razana wî heye.    Alî Keleş: Ne razan, heke 5 salan bide razana wî hindik e, ez ê derkevim."   MA / Berîvan Kûtlû