Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de 2022-04-20 13:32:24   DÎLOK - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê bi mebesta protestokirina binpêkirinan, dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmonê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de.    Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî binpêkirinan li Girtîgeha Tîpa T a Islehiye ya Dîlokê dabûn destpêkirin didome. Ji girtiyan Îlhamî Îşçî, Ugur Urun, Zennar Demîr û Hiccet Umuî ê rojhilatî ev 15 in, girtî Reşît Dayan û Ugur Uyar 10 roj û Umît Ozen jî ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne.   HEJMARTINA LEŞKERÎ FERZ DIKIN    Çendek roj berê girtiyan bi rêya parêzerên xwe ev binpêkirin bi Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê re parve kiribûn: “Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li me ferz kirin. Di hejmartina rojane de li me ferz dikin ku mîna leşkeran ser pêyan bisekinîn û mîna leşkeran fermanan didin. Di dema hatin û çûna hevdîtinên vekirî û yên ser telefonan de mîna leşkeran me rêz dikin. Dema em li dijî hejmartina leşkerî derdikevin jî rastî tundiya fîzîkî tên. Binpêkirinên mafan û pirsgirêkên heyî li gorî girtîgehên din li vir bêhtir hene.”    XWÊ Û ŞEKIRÊ NADIN   Serokê Şaxa ÎHD’a Dîlokê Sînan Taştekîn şevê din çû serdana girtiyan. Taştekîn got ku bi qasî tê xwestin xwê, şekir û lîmonê nadin girtiyan û ev jî dike ku çalakiya greva birçîbûnê mîna “Rojiya mirinê” bidome.     Her wiha Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Dîlokê jî da zanîn ku ji bo hevdîtina bi girtiyan re dê biçin serdana girtîgehê.