Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke 2022-04-20 13:34:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku êrişa Tirkiyeyê û ya Iraqê ya li ser Şengalê girêdayî hev in û wiha got: “Hişmendiya li dijî kurdan di siyaseta şer de israr dike wê ji hilweşînê xelas nebe.”   Êzdiyên bi êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de yên li ser Şengalê fermana 74’emîn jiyan, ji “Peymana Şengalê” ku di nava hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistana Federe de di 9’ê Cotmeha 2020’an de hate destnîşankirin ve bi êrişan re rûbirû maye. Li Şengal a ji bilî zextên Bexda û Hewlêrê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê jî didomîne, dîwar li navbera wê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Bertekên li dijî dîwar didomin. Lê vê carê jî Artêşa Iraqê bi awayekî hemwext bi êrişa hevkariya AKP’ê û PDK’ê ya li ser Herêma Kurdistana Federe êrişî Asayîşa Êzîdxanê kir.    Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca ku Cejna Çarşema Sor pîroz kir, diyar kir ku tê xwestin ku li dîroka êzdiyan a bi fermanan tejî fermaneke din jî zêde bikin û got: “Li dijî baweriyekê 74 ferman pêk hatin. Di hemû fermanan de baweriya pîroz a êzdiyan hedef hate girtin. Li aliyê din derxistina êzdiyan a ji Şengalê hate armanckirin. Her serdemê bi konseptên cuda êrişan heta roja me berdewam kirin.”   ÊRIŞÊN DAIŞÊ BI BÎR XISTIN   Ûca, qala “Peymana Şengalê” ya di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Bexda-Hewlêr-Enqere de hate îmzekirin kir û wiha berdewam kir: “Hêzên navnetewî heta îro li dijî vîna gel peyman îmzekirin. Şûna ku bi hezaran jinên di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin bipirsin, peymanên cuda tên îmzekirin. Dema 3’yê Tebaxê DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir, Artêşa Iraqê û peşmergeyên PDK’ê gel bi çarenûsa wî re rûbirû hişt. Hêj ew roj di bîra mirovan de ne, bi peyamên di nava xwe de îmze dikin êrişan dibin ser vîna Şengaliyan.”   ‘PEYMANA ŞENGALÊ’ PÛÇ BÛ   Ûca, bal kişand ser êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên piştî “Peymana Şengalê” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Şengalê li dijî hemû êrişan ji berxwedanê tavîz neda. Vê berxwedanê ‘Peymana Şengalê’ vala derxist. Vê carê serî li êrişên cuda dan. Dîsa dixwazin êzdiyan qir bikin. Hewl didin civakeke êzdî ya bêbawerî, bêvîn û kole avabikin. Tiştên DAIŞ’ê nikarî bike, îro hêzên navnetewî hewl didin bikin. Lê wê bisernekevin.”   ‘DÎWARÊ FERMANA 75’EMÎN’   Ûca, têkildarî dîwarê di nava Şengal û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê lêkirin wiha axivî: “Ev êriş nikarin vîna êzdiyan bişikînin. Ji ber vê yekê êriş dikin. Qasî ku êzdî li ber xwe didin zêdetir êriş dikin. Vê carê jî di navbera Şengal û Rojava dîwarekî lê dikin. Ji ber ku êzdî di êrişên DAIŞ’ê de derbasî Rojava bûn. Bi sedhezaran mirov ji DAÎŞ’ê xelas bûn. Îro hewl didin vê asteng bikin. Armanc dikin ku di êrişeke ku çêbibe de gel xelas nebe û piştgiriya Rojava asteng bikin. Ev dîwarê qirkirinê ye, ev dîwarê fermana 75’emîn e.”   ÊRIŞ GIRÊDAYÎ HEV IN   Ûca, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe û êrîşên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê yên hemwext bi wate ne û got: “Îro, kesên li dijî DAIŞ’ê Şengal parastine hedef tên girtin. Ev êrîş destkeftiyên Şengalê hedef digire. Divê li hemberî vê xeteriyê bêdengî nebe. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên Iraqê yên li ser Şengalê bi hev ve girêdayî ne. Nabe ku ji hev cuda bê hesibandin.”   HILWEŞÎNA TIFAQA ŞER   Ûca, destnîşan kir ku bi êrişên ser Şengal û Herêma Kurdistana Federe nikarin tu encaman bi dest bêxin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kes nikare vîna kurdan, vîna êzdiyan teslîm bigire. Ev wê li rûpelên reş tarî yên dîrokê werin nivîsandin. Ev tifaqa şer, zirare dide yekitiya gelê kurd. Lê wê ev bibe hilweşîna AKP’ê û MHP’ê. Hişmendiya li dijî siyaseta şer a li dijî kurdan israr dike wê ji hilweşînê nikare xelas bibe.”