RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî 2022-04-20 13:48:45   AMED - RTUK’ê bi îdiaya beyannameya dahatê nehatiye şandin, 10 hezar û 804 lîre cezayê pere li Amed Radyoyê birî.    Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) birîna cezayên li weşanan didomîne. RTUK’ê vê carê jî cezayê pere li Amed Radyo TV birî. Hat zanîn ku RTUK’ê bi hêceta ku Amed Radyo TV, Beyannameya Dahata Bazirganiyê neşandiye 12 hezar û 804 lîre pere ceza birî. Amed Radyo TV, li herêma Amedê weşanê dike.    Rêveberiya Amed Radyo TV li dijî birîna ceza daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku RTUK dixwaze peşkê li xebatên weşana wan bixe.