Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn 2022-04-20 14:42:18   KONYA - Polîsên di doza Malbata Dedeogullari ku bi êrişa nijadperest re rûbirû mabû de wek şahid hatin guhdarîkirin, beyanên bi nakokî dan.    Li navçeya Meramê ya Konyayê beriya ku 7 ferdên malbata Dedeogullari werin qetilkirin, di 12’ê gulana 2021’an de li dijî ferdên malbatê êrişek nijadperest pêk hatibû. Ferdên malbata Keleş û Çalik vê êrişa nijadperest kiribûn. Derbarê vê êrişa nijadperest de doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza êrişa nijadperest li Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ya 8’emîn hat lidarxistin.    Çetîn Dedeogullari yê ku ji malbatê tenê maye û xizmên xwe, rêveberên HDP’ê û gelek parêzer tevli danişînê bûn.    HIN BERSÎC TEVLI DANIŞÎNÊ NEBÛN   Alî Keleş û Lutfi Keleş ên di çarçoveya dosyeyê de girtî tên darizandin ji girtîgeha lê girtî ne bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn. Hin bersûc jî li eywana danişînê amade bûn û hin bersûc jî tevli danişînê nebûn.    Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir û serokê dadgehê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin xwend.    GOTINE ‘EM Ê WE LI VIR NEHÊLIN’    Xwişkên Yaşar Dedeogullari yê hat qetilkirin, Guneş Înîk û Ayfer Karasû diyar kirin ku ew di derheqê faîlan de gilîker in û xwestin tevli dozê bibin. Karasu anî ziman ku mala birayê wê her tim bi gefa malbata Keleş ku cîranên wan in re rûbirû diman û her tim ji malbavanê min re digotin, “Em ê we li vir nehêlin.”    BEYANÊN POLÎSAN BI NAKOKÎ YE    Polîs Mustafa Aras ê ku kêliya ewil çûye cihê bûyerê wek şahid hat guhdarîkirin û hat diyarkirin vî polîsî delîlan ji holê rakiriye.    Parêzeran ji vî polîsî pirsan kirin û di bersivên xwe de balkêş bû ku beyan ango îfadeyên bi nakokî dide û saeta întîkala wan a cihê bûyerê û girtekên têkildarî bûyerê girtine, bi nakokî ne.    Polîs Gunay Yuksel jî wek şahid hat guhdarîkirin û ev polîs jî axivî. Beyanên navbera her du polîsan bi eşkereyî nakokiyan raxistin ber çavan.    Parêzeran li ser van beyanên bi nakokî gelek pirs ji polîsan kirin.    ‘EM MALÊ BIKIN MUZEYA ŞERMÊ’    Ji parêzerên dozê Abdurrahman Karabulut anî ziman ku faîl ji aliyê dewletê ve tên parastin û got: “Heke edalet pêk neyê, em ê wê malê veguherînin muzeya şermê. Wê her gotina nijadperest a bersûcan li ser dîwaran wek şermê cih bigire. Ka em binêrin wê bêtir serdana Muzeya Mevlana an jî Muzeya Şermê were kirin.”    ‘LI HEMBERÎ ME KÎNDARÎ HEYE’    Piştî beyanên parêzeran kekê Yaşar Dedeogullari, Cengîz Rifatoglu jî nivîsa “Edalet Bingeha Welat e (Adalet Mülkün Temelidir)” nîşan da û got: “Gelo li ser dîwar çi dinivîsine? Kemal Ataturk viya gotiye lê mixabin em vê nabînin. Li hemberî me kîn û nefretê dikin.” Rifatoglu bi van gotinan bertek nîşanî heyeta dadgehê da.    Danişîn bi axaftina parêzerên bersûcan berdewam dike.